Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe 2024-09-27 11:15:24   AMED - Xelkê navçeya Liceyê dê sibe li dijî kana madenê ku tê plankirin li ser 700 hektarên daristanê were vekirin, daxuyaniyeke girseyî bide.    Tê plankirin ku li navçeya Licê ya Amedê li qadeke ku gundên Zengesor, Heşeder, Mizag, Peçar, Bayirli û Şaxûrê digire nav xwe, kana madena sifirê were vekirin. Serlêdana projeyê ji hêla Madenvaniya Dîmînê ve hatiye kirin û di sala 2020’an de rapora “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayin. Şîrketa ji Konyayê, piştî rapora ÇED’ê li herêmê dest bi xebatan kir.    Di vê çarçoveyê de bi hezaran darên li herêmê hatin birîn. Li ser daxwaza şêniyên gundên navborî, Baroya Amedê jî bi daxwaza “Sekinandina biryarê” serî li Dadgeha Îdareyê da. Hêj pêvajoya îtîrazê didome lê şîrket xebatên xwe berdewam dike. Xelkê herêmê li dijî vekirina kana madenê ya ku tê plankirin li ser qadeke daristanê ya 700 hektaran were çêkirin, dê sibe saet di 12.00’ê de li gundê Mizagê yê Licê daxuyaniyeke girseyî bide.    BANGA TEVLIBÛNÊ HAT KIRIN    Kolektîfa Parastina Xwezayê ya Licê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da û wiha got: “Hewce bû qadên jiyanê û çavkaniyên debarê yên van gundan ku di salên 90'î de hatibûn valakirin bihatina parastin lê berevajî vê, ev qadên me yên jiyanê tên tunekirin. Em qebûl nakin ku daristanên me bên tunekirin. Lewma jî ji bo xwedîderketina li pêşeroj, ax, av û xwezaya xwe, banga me ji bo her kesî ew e ku tev li daxuyaniya me ya di roja şemiyê de bibin. Em hemû gel, parastvanên jiyan û xwezayê, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk û pîşeyî vedixwînin daxuyaniyê.”    ‘EM XWEDÎ LI XWEZAYA XWE DERKEVIN’   Bayram Sabrîoglû yê li gundê Mizagê dijî jî banga tevlibûna daxuyaniyê li her kesî kir. Sabrîoglû, da zanîn ku heta niha 24 sondaj li herêmê hatine vekirin û her yek ji wan derdora 7-8 metreyan kûr in. Sabrîoglû, destnîşan kir ku qadên madenê tenê 500 metreyan dûrî malên wan in û wiha got: “Di demên berê de me zebzeyên xwe li baxçeyên xwe diçand û bi têrî me dikir. Lê roja maden hatiye çêkirin heta niha em ji navçeyê dikirin. Ji ber ku êdî di baxçeyên me de şîn nabin. Em naxwazin maden li qadên me yên jiyanê bin. Werin em bi hev re xwedî li xwezaya xwe derkevin.”