Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê 2024-09-27 09:02:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Hawre Karwan diyar kir ku hilbijartina ku li başurê Kurdistanê bên lidarxistin wê ne weke hilbijartinên berê bin û got: “PDK ketiye nava tirsa windakirinê. Ji ber vê yekê PDK dixwaze hilbijartin bê lipaşxistin.”  Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku dihat payîn di 30’yê gulanê de bihata lidarxistin lê bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê bi awayekî demkî hat rawestandin. Serokê Hikûmeta Demkî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 6'ê gulanê serî li Dadgeha Federal ya Iraqê dabû û daxwaza rawestandina amadekariyên hilbijartinên dewra 6'emîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê kiribû. Dadgeha Federal li ser daxwaza Barzanî hilbijartin da rawestandin û taloq kir. Li Iraqê hilbijartina ku ev gelek car in bi biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê tê taloqkirin dê 20'ê cotmehê bê lidarxistin.    Bi nêzîkbûna hilbijartinê re propagandaya hilbijartinê jî dest pê kir. Di hilbijartina ku dê bê lidarxistin de hezar û 191 namzet dê beşdarî hilbijartinê û ji van 368 kes namzetên jin in. Parlamento ji 90 parlamenterên hilbijartî û 5 parlamenterên kotayê, bi giştî 95 parlamenteran pêk tê. Di vê hilbijartinê de 2 milyon 893 hilbijêr wê biçin ser sindoqan û deng bidin. Li gorî agahiyên dawî 180 hezar kes qertên dijîtal ên bikaranîna dengan negirtine. Hilbijartinên parlamentoyê dê ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ve were birêvebirin. Li Herêma Kurdistanê ku krîzên wekî şer, av, pirsgirêkên aboriyê lê hene gel wê di bin siya şer de biçe ser sindoqan.    Rojnamevan Hawre Karwan hevsengiya hêza siyasî, bandora faktorên Tirkiye-Îranê ya li ser herêmê û hilbijartina ku dê bê lidarxistin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'DI PDK'Ê DE TIRSA WINDAKIRINÊ HEYE'    Karwan diyar kir ku ji bo ku hilbijartin çênebe PDK di nav hewldanan de ye û wiha got: “Tirsa wendakirinê ketiye dilê wan. Bi vê hilbijartina ku tê lidarxistin re ev dibe şeşemîn rûniştandina parlamentoya Herêma Kurdistanê. Heta niha pênc rûniştinên parlamentoyê çêbûne, ev jî nîşan dide ku dezgehên fermî hê jî bi giştî nehatine avakirin û partî li ser wan serdest in. Li Iraqê dema ku partî bixwazin hilbijartin tê kirin û dema ku nexwazin jî nayê kirin. Bêguman PDK naxwaze ev hilbijartin bê kirin an jî tirsa windakirina desthilatdariyê heye. Ev jî ji ber ku berê ji nîvê zêdetir kursiyên parlamentoyê bi rêya sextekariyê bi dest xistin. Niha ev hemû ji dest dane. PDK bawer nake ku di vê hilbijartinê de dengekî wisa bi dest bixe ku wek piranî bimîne, lewma hewl dide hilbijartinê paş bixe."    'YNK DÊ REJEYEKE BILIND DENG BI DEST BIXE'   Karwan da zanîn ku li deverên Herêma Kurdistanê ku di bin êrişên dewleta tirk de ne gel wê nekaribe biçe ser sindoqan û wiha axivî: “Bi taybetî li wan herêmên ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirkiyê lê hene, herêmên weke Amediyê, Zap, Metîna û çend herêmên din, hilbijartin lê nayê kirin. Ji ber dagirkeriyên dewleta Tirkiyê bi sedan gund hatine valakirin. Ev armanca PDK bû ku bixwaze bike hincet ji bo hilbijartin çênebe bi hinceta ku şer û alozî li herêmê heye û welatî nikarin deng bidin. Her çend di hilbijartinê de tu nikarî pêşbînî bikî ka kî dê dengê piraniyê bi dest bixe jî, lê tişta ku tê pêşbînîkirin ew e ku YNK dê rêjeyeke bilind a dengan bi dest bixe. Ji ber guherînên di nav YNK'ê de, tê diyarkirin ku YNK bibe partiya yekem.”   'RASTIYÊN PDK'Ê DÊ EŞKERE BIBIN'    Karwan bi lêv kir ku PDK ji bo ku bi serbikeve dê serî li her sextekariyê bide û ev tişt anî ziman: “Tirsa PDK'ê ya windakirina kursiyên heye. Bêguman vê carê 45 kursiyan bi dest naxe. Berê ji nîvê zêdetir bi dest dixist lê vê carê nêzî 30 kursiyan bi dest tîne. Lewma ew desthilatdariya ku berê hebû niha winda dike. Posta serokwezîr û herêmê û çend wezaretên girîng kontrol kiribû, vê carê piraniya wan winda dike. PDK tirsa windakirina van postan jî heye. Di vê hilbijartinê de dengê rastîn ê PDK dê derkeve holê. Berê sextekarî dikir û dengên partiyên din dibir û komisyon di bin kontrola wê de bû. Rastiyên PDK dê eşkere bibin. Her wiha PDK baweriya xwe bi hilbijartin û demokrasiyê nîne lê partiyeke leşkerî ye. Gelek mînak jî ji bo vê yekê hene, wek terorkirina rojnamevanan û xwepêşandanên li Hewlêrê."   'EV HILBIJARTINEKE CUDA YE'   Karwan da zanîn ku ev hilbijartina ku bê lidarxistin ji hilbijartinên beriya niha hemûyan cudatir e û got: “Ji ber ku niha dagirkerî li Başûrê Kurdistanê heye û hikûmeta Iraqê li gel hikûmeta Tirkiyê lihevkirinek çêkiriye. Bi rastî hilbijartineke cuda ye û yê ku hikûmetê pêk tîne dê pêşerojê de bêguman erkeke giran bikeve ser milê wî. Ji ber ku ji bo tu hikûmeteke baş û parlamentoyeke baş hebe divê li dijî dagirkeriyê bisekine. Eger desthilatdarek nikaribe dagirkeriyê ji axa xwe derxe, çawa dikare parastina welatiyên xwe bike? Lewma ev hilbijartin dê hevsengiyekê vegerîne herêmê. Ew desthilatdariya ku 30 sal e PDK'ê kiriye û xizmeta dagirkeran pê dike, divê ku biguhere."    'JI BO DAWÎ ANÎNA DAGIRKERIYÊ DIVÊ DENGÊ XWE BIKAR BÎNIN'   Karwan îşaretî giringiya hilbijartinê kir û diyar kir ku ji bo bidawî anîna dagirkeriyê divê ku gel biçe ser sindoqan û ev tişt got: “Ji ber ku berê gelek soz hatine dayîn û xizmeta welatiyan nehatiye kirin. Di hemû sektorên xizmetguzariyê de, hinekî welatî ji hilbijartinê sar bûne. Lê pêwîst e gel di vê hilbijartinê de deng bide ji ber ku gelek guherîn çêbûne û pergala hilbijartinê hatiye guhertin û ji aliyê Komisyona Hilbijartinên Iraqê ve tê çavdêrîkirin. Lewma pêwîste gel biçe ser sindoqan û partiya ku li dijî dagirkeriyê disekine hilbijêre."    MA / Zeynep Durgut