Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’ 2024-09-27 09:01:17 AMED - Nazlican Guneş û Muzeyyen Baran li du bajarên cuda heman karî dikin û têkoşîna jiyanê didin. Guneşê jî Baranê jî ji bo jin ji hêla aboriyê ve berhewce nebin bang kirin.  Jin di nav wan kesan de ne ku ji ber kûrbûna krîza aborî ya li welat bandor bûne. Ji jinên ku di hin karên cuda de dixebitin û têkoşîna jiyanê didin Nazlican Guneş a 20 salî û Muzeyyen Baran a 45 salî li du bajarên cuda bijîn jî heman têkoşînê didin meşandin.    Guneş li Xarpêtê Baran jî li Amedê cilên herêmî difiroşin û debara xwe dikin.    YEKANE DIKANA LI XARPÊTÊ    Guneş, a dikana bi navê “Ceyma” ku bi zaravayê kirmanckî yê kurdî tê wateya “Cihê me” vekir, bi xwişka xwe û meta xwe re vê derê bi rê ve dibe. Guneş diyar kir ku di meha gulanê de dest bi kar kirine û wiha got: “Me di jiyana rojane de lixwekirina cil û bergên netewî tercîh dikirin. Lê li Xarpêtê cihekî ku van cilan bifiroşe tune bû. Me bi taybetî ji Şirnex, Amed û Çewlîgê sîparîş dikirin. Me jî got em çima cilên herêmî neînin vir û dest bi karê xwe kir.”   Guneş, anî ziman ku ewilî bi 4 cilan dest bi kar kirine û da zanîn ku bi fikarên “Li Xarpêtê ev kar dê bibe, kes dê bikire?” dest bi kar kirine lê eleqeya zêde ev fikarên wan ji holê rakirine. Guneş, diyar kir ku cilên ku difiroşin bi taybetî aydê herêma Colemêrgê ne û bi lêv kir ku li ser medyaya dîjîtal bi bikiran re dikevin têkiliyê û li çar aliyê Tirkiyeyê û Kurdistanê xizmeta kirêkirinê didin. Guneş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dûrina taybet jî dikin. Mînak ji bo şevên hineyê em qûmaşên bi kevirên giran bikartînin. Bihayên me yên kirêkirinê li gorî modelan tên guhertin lê gelemperî dora 850 lîreyan e. Dirûnên li Xarpêtê nînin em li dirûnkareke li Şirnexê didin çêkirin. Serê cilekê 400 lîreyan didin dirûnkarê. Biha li gorî qûmaşan tên guhertin. Bi 300 lîreyî jî 3 hezar lîreyî jî qûmaş hene.”   ‘JI BO XEYALÊN XWE WÊREK BIN’    Guneş, a qala girîngiya serbestiya aboriyê ya jinan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila jin baweriyê bi xwe bînin û di çarçoveya qabîliyetên xwe de xwe tev li hilberînê bikin. Ji min re gotin ‘tu nikarî’ min xeyal kir û pêk anî. Azadiya jinê di destê wê de ye. Dema fikreke we çêbû, hûn dikarin her tiştî bi dest bixin. Bes bila baweriya we bi we hebe. Ji bo ku xeyalên xwe pêk bînin wêrek bin.”   8 SAL IN DIKANÊ BI RÊ VE DIBE   Muzeyyen Baran a li Amedê bi heman karî debara xwe dike jî ji sala 2016’an ve cilên herêmî didûre û difiroşe. Baran a ji ber zehmetiyên aboriyê di 17 saliya xwe de dest bi kar kiriye diyar kir ku ji wê rojê ve di hin karên cuda de dixebite. Baran, anî ziman ku bi zehmetiyên aboriyê re têkoşiya û 5 zarok mezin kirin û bi lêv kir ku ji ber krîzê karê wan zehmet bûye.    Baran, da zanîn ku cilan di navbera 300 û 600 lîreyan de didin kire û di navbera hezar û 4 hezar lîreyan de jî difiroşin. Her tişt gelek biha ye. Berê me qûmaşê ji bo 3-4 cilan bi 300 lîreyî dikirî niha em nikarin mîtroya qûmaşî bi 300 lîreyan peyda bikin. Rewş ewqas xerabe ye.”   Baran, anî ziman ku zêdetirî dema xwe li kargehê derbas dike û bi lêv kir ku êdî dikana wê bûye weke mala wê. Baran, wiha dirêjî da axafina xwe: “Li vir mutbexa min heye, xwarinê jî çêdikim. Ez di serdema erdhejê de ji malê derketim û ligel zarokên xwe hatim vir. 26 rojan bi 5 zarokên xwe re li vir raketim. Ev der mala min a duyemîn e. Ez dikarim her karî li vir bikim.”   Baran, di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Mirov bixebite û li ser piyan bimîne tiştekî gelek xweş e. Ez dayikek im. Carna bav, xwişk û bira me. Ez li vir dixebitim, li mala xwe dinerim, pêdiviya zarokên xwe bi cih tînim. Diçim mala xwe xwarin, paqijî… Her tişt ji min tê pirsîn. Ne hêsan e lê divê jin hewceyî zilamekî jî nebin. Heta ku hêza min tê re bike ez ê bixebitim.”   MA / Rûkiye Adiguzel