DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin 2024-09-26 15:18:59   AMED - DBP’ê banga “suîqestê” ya Serokê Îstîxbarata Serfermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn ji bo Serokê YNK’ê Bafel Talabanî kiribû şermezar kir û got: “Em ê li dijî zîhniyeta tarî bi awayekî xurt bisekinin.”    Serokê Îstîxbarata Serfermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn di bernameyeke televîzyonê ji bo sûîqesta li dijî Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafel Talabanî bang kiribû. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya platforma medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da û ev bang bi tundî şermezar kir. DBP’ê diyar kir ku banga suîqestê ya hatiye kirin li gel bêexlaqiya siyasî, di heman demê de hewldana tevlihevkirina herêmê ye. DBP’ê wiha domand: “Gotinên wiha xeternak û provakatîf, berdewamiya polîtîkayên sorkirina dijminatiya di navbera gelan de ye.”   'EM LI DIJÎ ZÎHNIYETA TARÎ NE’   Bi domdarî DBP’ê gotinên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan bi bîr xist ku ji bo Tirkiyeyê li dijî Sûriyeyê bixin nava şer digot; “Heke hewce bike em ê ji Sûriyeyê du moşekan bidin avêtin û bibêjin Sûriyeyê avêtine” û wiha pê de çû: “Aqilê dewletê ya ku duh hewl dida xaka Rojava îlhaq bike, îro jî bi bangawaziyên suîqestê re rastiya xwe diqîre. Gelê Herêma Kurdistanê ber bi hilbijartinê ve diçe ku dê qedera xwe diyar bike. Ev hilbijartin, di heman demê de pêşeroja dagirkeriyê jî yekser eleqedar dike. Em baş dizanin ku îktîdara AKP-MHP’ê bi tifaq û peymanên qirêjî re hewl dide mudaxilî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibe û bikişîne ser xeta xwe ya dagirkeriyê. Divê tevahiya raya giştî bizane ku musebbîbên tevahiya provakasyonên di dema hilbijartinên Herêma Kurdistanê de tên kirin, ew kes in ên yekser li dijî kurdan banga qirkirinê dikin û aqilê siyasî yê van gotinan rewa dikin in.”    'DENGÊ DERDORÊN TARÎ’   Di berdewamê de DBP’ê daxuyand ku bangawaziya Pekîn, dengê derdorên tarî yên dixwazin pevçûnên li herêmê dijwartir bikin e û wiha bi dawî kir: “Di ti civakên demokratîk de bangawaziyên sûîqestên siyasî nabin parçeyeke nîqaşên siyasî û nabin. Ev daxuyaniya Pekîn, dengê derdorên tarî ye ku dixwazin aloziya li herêmê kûrtir bikin. Li dijî vê zîhniyetê em ê ji her demê bêhtir bisekinin. Em careke din dibêjin ku divê Tirkiye dev ji siyaseta xwe ya sûîqestan berde. Weke DBP’ê en vê zîhniyetê û hemû cureyên gotinên faşîzane red dikin. Em li dijî her cureyên êriş û provakasyonên ku mafê aştî û jiyanê yê gelên me xesp dikin e. DBP, dê heta dawiyê li dijî van gotinên xetere û zîhniyeta tarî bisekine.”