Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin 2024-09-26 14:59:56   RIHA - Şîna endamê HPG’ê Adem Ozkan ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Şîna endamê HPG’ê Adem Ozkan (Zerdeşt Sûrûç) ê di 1’ê îlonê de li çoltara Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin. Ozkan duh bi şev li gundê Zoncik ê navçeya Pirsûs a Rihayê hatibû veşartin. Ji ber astengkirina polîsan şîn li mala malbatê hate danîn. Di pêşengtiya Komeleya Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Axa Qedîm Windakirine re (KATDER) şîn bi girseyî hate ziyaretkirin.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Rihayê, rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek kes tev li serdanê bûn. Girseya li qadeke nêzî mala malbatê hatin bahev, bi dirûşmeya “Şehîd namirin” heta cihê şînê meşiyan. Girse ji aliyê ferdên malbata Ozkan ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêzgirtin hate kirin.