4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin! 2024-09-26 14:54:02   RIHA - Li Xelfetiyê leşkeran li baxçeyê qereqolê îşkence li 4 welatiyan kiribûn û welatî piştî 2 salan hatibûn berdan. Dadgeha Bilind cezayê welatiyan erê kir û her 4 welatî dîsa hatin girtin.    Di 18’ê gulana 2019’an de li gundê Derto yê navçeya Xelfetî ya Rihayê 4 welatî hatibûn binçavkirin û îşkence lê hatibû kirin. Welatiyên ku 2 salan girtî mabûn hatibûn berdan lê piştî Dadgeha Bilind cezayê wan erê kirî dîsa hatin girtin. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran di 25’ê hezîrana 2021’ê di doza bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Rêveberiya rêxistinê kirine” hatibû vekirin de biryara xwe dabû. Dagdehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê”, 3 sal û 6 meh cezayê hefsê li Celal Yildirim, Cindî Zencîrkiran, Omer Gul û Vakkas Kiliç birîbû û biryara tehliyeyê dabû. Parêzerên bersûcan û dozgerê komarê têkildarî biryarê serî li îstînafê dabû.    4’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê cezayê bi îdiaya “Bi dilxwazî û bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” hatiye dayin di cih de dît û biryar da ku ceza li gorî tawanbariya “endamtiya rêxistinê” were dayin û li dadgehê vegerand.    Dadgeha herêmî jî di 25’ê cotmeha 2022’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li her 4 welatiyan birî. Biryara ji hêla îstînafê ve hatibû erêkirin, di 4’ê tîrmehê de bi piraniya dengan ji hêla 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Piştî biryarê, bi ser malên welatiyan ên li gundê Talakê yê navçeya Hewagê de hate girtin, her 4 welatî birin edliyeyê û piştî biryar li rûyê wan hatî xwendin, hatin girtin.    ÇI BÛBÛ?    Di 18’ê gulana 2019’an de li gundê Derto yê navçeya Xelfetiyê di navbera HPG’î û polîsan de pevçûn derket. Di pevçûnê de komîserek mir û 2 HP’iyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî pevçûnê jî li gundên Xelfetî û Hewagê bi îdiaya têkiliya wan bi bûyerê re heye, 55 kes hatin binçavkirin. Ji wan derheqê 24 kesan de kirarî hatin kirin û di çarçoveya lêpirsînê de 13 jê hatibûn girtin. Di danişînên demên piştre de 4 kes tehliye bûn û 9 kes jî bi awayekî girtî hatin darizandin. Di dema darizandinê de dosya kirin du beş. Piştî bûyerê welatî li baxçeyê Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê pêdevî li erdê hatibûn dirêjkirin, hatibûn îşkencekirin û wêneyên wan ji çapemeniyê re hatibûn şandin.    Kesên hatin binçavkirin, li dozgeriyê gotin ku di her kêliyê de rastî miameleya xerab a hêzên ewlekariyê hatine, ev miameleya xerab li Şaxa TEM’ê ya Rihayê jî berdewam kiriye, xistine ceyranê, hatine derbkirin û organên wan ên zayendî hatine guvaştin û îşkence lê hatiye kirin. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê jî di çarçoveya raporên nexweşxaneyê, îfadeyan û îtîrazên parêzeran de lêpirsîn dabû destpêkirin û ev lêpirsîn hêj didome. Derheqê 37 kesên di dema lêpirsînê de hatin binçavkirin û îşkencekirin de jî biryara  “neşopandinê” hatibû dayin.