Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir 2024-09-26 13:53:13   ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû derbarê dadger Hakîm Şenol Kartal ê ew ji eywana danişînê derxistibû serî li HSK’ê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da û giliyê wî kir.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû di danişîna ku tevlibûyî de ji aliyê dadgerê 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê Şenol Kartal ve ji eywana danişînê hatibû derxistin. Gergerlîoglû ji ber bêhiqûqiya pêk hatî serî li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da û giliyê Kartal kir. Gergerlîoglû diyar kir ku ji ber helwesta alîgir a Kartal û biryarên ku prensîbên darizandina adil bin pê dike, ewlehiya darazê di xetereyê de ye û wiha got: “Divê HSK û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di rewşên ku dadger bê alî tevnagerin de demildest mudaxile bikin. Eywanên dadgehê nikarin bibin cihên ku helwestên keyfî lê tên nîşandan. Ez weke parlamenterekê ji bo serdestiya hiqûqê têdikoşim. Lê dadgerekî ku ji belavkirina edaletê berpirsyar, bi dijminatiyeke şexsî tevgeriya û ez ji eywanê derxistim, ev nayê qebûlkirin. Divê têkildarî vê rewşê cezayên dîsiplînê yên pêwîst bên dayîn.”   BANG LI HSK’Ê Û DOZGERIYÊ KIR   Gergerlîoglû, destnîşan kir ku divê HSK û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê demildest bikevin dewrê û wiha got: “Rêya parastina pergala edaletê, ew e ku endamên dadgeriyê bi berpirsyariyên xwe zanibin. Divê HSK û Serdozgeriya Komarê demildest mudaxaleyî vê bêhiqûqiyê bikin û der barê dadger Şenol Kartal de tedbîrên pêwîst bigirin.”