Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê 2024-09-24 16:05:30   NAVENDA NÛÇEYAN - 47 jinên girtî yên li Girtîgeha Evînê ya Îranê li dijî îşkenceyan 24 saetan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin, dê îşev saet 22.00'yan greva xwe bi dawî dikin.    47 jinên girtî yên li Girtîgeha Evînê ya li paytexta Îranê Tehrane tên ragirtin biryara greva birçîbûnê ya 24 saetan dabûn. Greva li dijî biryarên darvekirinê yên di van demên dawî de zêde bûne, duh bi şev hatiye destpêkirin dê îşev saet 22.00'an bi dawî bibe.