Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn 2024-09-24 14:19:33 ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez, têkildarî îşkencekirina Yûnûs Emre Geçtî yê ku polîsan poşetê çopî kir ber serî li ÎHÎK’ê da û xwest polîs bên cezakirin.    Yûnûs Emre Geçtî yê piştî êrişa li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê ku polîsa bi navê Şeyda Yilmaz jiyana xwe ji dest da hate binçavkirin, duh hate girtin. Poşetê çopî li ber Geçtî hate kirin û ji aliyê du polîsên jin ve li wesayîta veguhestina heywanan a girêdayî Amîrtiya Şopandina Rewşa Heywanan hate siwarkirin.   Parlamenterê Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Zekî Îrmez têkildarî îşkenceya li Geçtî hatiye kirin serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan (ÎHÎK) hate kirin.    Îrmez, di serlêdanê de bal kişand îşkenceya li Geçtî hatiye kirin û wiha got: “Îşkence sûcê mirovahiyê ye û tu sedem nikarin vî sûcî rewa bikin. Îşkenceya li gumanbar Yûnûs Emre G. hatiye kirin, veguheriye hestên tolhilîner û hêzên ewlehiyê yên derveyî peywîra xwe tevgeriyan ketine pey peyama ku bidin rayagiştî.”   ‘DIVÊ BILEZGÎNÎ BIKEVE ROJEVÊ’    Îrmez, di serlêdana xwe de îşaret bi parvekirina Wezîrê Karên Hundir a li ser medyaya dîjîtal ku îşkenceyê rewa dike û ev tişt got: “Ev helwesta Wezîrê Karên Hundir ji bilî teşwîqkirina îşkencekaran, rûmetdarkirin û bicihanîna polîtîkaya bêcezahiştinê tu fonksiyona xwe nîne. Ez dixwazim ÎHÎK vê mijarê bilezgînî bigire rojeva xwe, derbarê kesên mudaxilî îşkenceyê bûne û paşguh kirine de raporê amade bike û gavên pêwîst biavêje.”