AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da 2024-09-24 13:50:24   ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn di serlêdana Dîlan Şahîn de ku bi binçavkirinê û tundiyê re rû bi rû mabû û pitika wê ji ber çûbû, biryara “binpêkirinê” da.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryarek din a binpêkirinê da. Di 14’ê tîrmeha 2018’an de li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê polîsan bi ser mala Dîlan Şahîn de girtibû. Dîlan Şahîn bi tundiya polîsan re rû bi rû mabû û pitika wê ji ber çûbû. AYM’ê têkildarî serlêdana Dîlan Şahîn biryara “binpêkirinê” da.    Polîsan 14’ê tîrmeha 2018’an li taxa Yalimerezê avêtibûn ser malê û di pevçûna ku qewimîbû de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. 3 polîs jî birîndar bûbûn û ji polîsên birîndar yek miribû. Piştî şerê ku qewimîbû ji heman malbatê 2 jê zarok 8 kes hatibûn binçavkirin. 8 kes di dema binçavkirinê de bi îşkenceyek xedar re rû bi rû mabûn.    Parêzerên malbata Şahîn bi hinceta ku “polîsan wezîfeya xwe xerab bikar aniye” giliyê 66 polîsan kiribûn. Dozgeriyê lêpirsîn şand Walîtiya Wanê û walîtiyê jî daxwaza destpêkirina lêpirsînê re d kir.    Parêzerên malbatê bi ser biryara redkirina walîtiyê re serî li Dadgeha Îdareyê ya Herêma Erziromê (Dadgeha Îstînafê) dan. Îstînafê jî serlêdanê red kir û parêzeran vê carê serî li AYM’ê dan. AYM’ê di serlêdanê de biryara “binpêkirinê da.  Lînka nûçeya têkildarî mijarê:   DI ENCAMA ÎŞKENCEYÊ DE PITIKA WÊ JI BER ÇÛ    Dîlan Şahîn piştî binçavkirinê negirtî hat darizandin. Di 11’ê tîrmeha 2019’an de der barê Şahîn de bi îdiayên “endamtiya rêxsitinê”, “heqaret li wezîfedarên cemaweriyê kiriye” û “li ber wezîfeya polîsan rabûye” doz hat vekirin. Şahîn di dozê de da zanîn ku wê ji ber tundî û îşkenceya lê hatiye kirin hefteyek şûnve pitika wê ji ber çûye.    5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ceza li Şahîn birî. Şahîn dema tê binçavkirin hê 17 salî ye. Dadgehê piştî ceza birî û eşkerekirina hikûm taloq kir.    Şahîn piştî pêvajoyek dijwar hat serê wê di 15’ê hezîrana 2020’an de bi awayek şexsê serî li AYM’ê da. AYM’ê serlêdanê nirxand û biryar da. AYM’ê di biryara xwe de diyar kir ku, “Qedexeya muameleya xerab hatiye binpêkirinê” û mafên Şahîn wek binpêkirinê nirxand.    AYM’ê xwest lêpirsîn ji nû ve bê destpêkirin. Dadgehê biryar da ku 100 hezar lîre tezmînata manevî ji Dîlan Şahîn re bê razandin.    MA / Firat Can Arslan