Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn 2024-09-24 11:28:46   ÊLIH - Endamên Şaxa Petrol-Îş’ê ya Êlihê li dijî krîz û zeman daxuyanî da û wiha got: “Yên kedê didin û zehmetiyên dikişînin em in. Em dixwazin di nava mercên însanî de bijîn.”   Şaxa Sendîkaya Karkerên Petrol Lastîk Kîmyayê ya Tirkiyeyê (Petrol-Îş) ya Êlihê têkildarî krîza aborî li Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê, ji pêşiya avahiya TPAO’yê heta avahiya midûriyetê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Em karker in, mafdar in dê bi ser kevin” hatin berzkirin û pankarta “Ji kedxwariyê re bibêje ‘bes e’”    'HER ROJ ZEM TÊN KIRIN’   Serokê PETROL-ÎŞ’ê yê Êlihê Veysel Kartal piştî meşê axivî û wiha got: “Hema hema her roj em bi zeman re hişyar dibin. Li her tiştekî zem dikin. Li bajarên mezin kirê kêmtirîn mûçe derbas kir. Kesek nikare lêçûnên dibistanan pêşwazî bikin. Çendek meh berê ji bo ceyran û gaza xwezayî ji sedî 38 zem hate kirin. Karker, kedkar nizanin dê çawa debara xwe bikin. Edaleta dahatê ya welêt xerab bû. Kêmtirîn mûçe di bin sînorê birçîtiyê de ye. Mimkin nîne di civakeke wiha de aramî û xweşhalî hebe. Di demên berê de jî krîzên aborî çêbûn lê tu caran xizaniyeke wiha nehatiye dîtin.”    Kartal, axaftina xwe wiha qedand: “Her kes mexdûr e. Divê daneyên enflasyonê yên rast bên parvekirin. Sedema enflasyonê karker nînin. Ji bo daxistina enflasyonê divê dewlemend fedekariyê bikin. Daxwaza me ew e ku kedkar di nava mercên însanî de bijîn. Divê Tirkiye welatê karê erzan nebe. Yên di mercên zehmet de dijîn em in. Yên pirsgirêka debarê dijîn em in. Bedela aboriya xerab jî dê em nedin.”    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.