Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin 2024-09-24 10:13:07   AMED - Di serdegirtinên avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de gelek pirtûk hatin desteserkirin. Gelek perwerdekarên dersên kurdî yên MED-DER’ê jî hatin binçavkirin.    Polîsan vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê ve girtin. Her wiha di heman kêliyê de polîsan avêt ser malên gelek xebatkarên MED-DER’ê jî. Operasyon ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê birêvevirin.    Hat zanîn ku polîsan deriyê avahiya MED-DER’ê ya li Semta Gazîlerê şikandiye û ketine hûndir. Nêzî sê çar saetan li hundir lêgerîn hat kirin. Polîsan; pirtûkên dersên kurdî, kovar, pirtûk û hard dîskên computerên saziyê desteser kirin. Hat zanîn k udi kêliya lêgerînê de tu parêzer li wir nebûye. Piştî lêgerînê kilîda deriyê MED-DER’ê hat guhertin û mifteyê dan keyayê taxê.    BIRYARA VEŞARÎ DANÎNE SER DOSYEYÊ    Di çarçoveya lêpirsînê de der barê gelek kesan de biryara binçavkirinê heye. Biryara “veşarî-nepeniyê” li ser dosyeyê heye û biryara 24 saetan a qedexeya hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re hat dayîn. Hat ragihandin ku lêpirsîn li ser gilîkirin ango îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik ku heta îro der barê bi sedan kes de îfade daye û şahidek veşarî yê din hatiye destpêkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn ji sala 2022’yan ve hatiye destpêkirin.    NAVÊ KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN    Navên xebatkar û perwredekarên MED-DER’ê yên hatine binçavkirin û heta niha hatine zanîn wiha ne: Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Cîhat Guneylî, Îlyas Gun, Bêrîtan Gurbet Orak, Mîne Karakaş, Ramazan Holat, Hebûn Yagmûr, Ayhan Karatekîn, Bêrîvan Duman, Mehmet Salîh Ongun, Rabia Karayil, Rêzan Aktulum (Hrant), Belkisa Suleymanoglû Bitkîn, Fatma Îgîn.    LÊGERÎNA LI PAYÎZ PIRTÛKÊ DIDOME    Her wiha polîsan li Pirtûkxaneya Payîz a li semta Ofîsa Amedê jî gelek pirtûkan desteser kirin. Lêgerîna li Pirtûkxaneyê berdewam dike.    LI ÎZMÎRÊ BINÇAVKIRIN    Di çarçoveya lêpirsînê de rêvebera Jîn Art Huner a li Îzmîrê xebatên çand û hunerê dide meşandin Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn jî li mala xwe hat binçavkirin. Hat zanîn ku Bîtkîn birine Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.