Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin 2024-09-24 08:54:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên ku Îsraîlê li dijî Lubnanê dane destpêkirin de hejmara kuştiyan derket 492’yan.    Artêşa Îsraîlê di 23’yê îlonê de bi gotina “li dijî hezar û 600 hedefên Hîzbûllahê ye” li Lubnanê êrişên hewayî dan destpêkirin. Di encama êrişên hewayî de hejmara kuştiyan derket 492’yan û ya birîndaran jî derket hezar û 645’an. 35 zarok 58 jinan jiyana xwe ji dest dan. Navenda Operasyonên Lezgîn a Tenduristiya Gel a girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku heta niha 35 jê zarok 58 jin 492 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 645 kes jî birîndar bûne.    BI SEDAN ÊRIŞÊN HEWAYΠ   Artêşa Îsraîlê ji saetên serê sibê ve ji bilî bajarên başûrê Lubnanê li dijî herêmên Beka û Balbekê jî bi sedan êrişên hewayî li dar xistin. Piştî êrişan ji herêmên başûr ên li welat ber bi paytext Beyrûtê û herêmên bakûr koç berdewam dikin.