Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn 2024-09-23 15:13:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê, ragihand ku li Lubnanê zêdetirî 300 nuqteyan bombebaran kirine. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, jî ragihand ku di encama êrişan de 100 hatine kuştin û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûn e.   Artêşa Îsraîlê da xuyakirin ku di saetên sibê de li Lubnanê dijî hedefên Hîzbûllahê êrişeke berfireh dane destpêkirin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di encama êrişên ji sê aliyan ve hatiye destpêkirin, zêdeyî 300 çeperên Hîzbûllahê kirine hedef.    Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê yên vê sibehê de hejmara miriyan bû 100 kes û di heman demê de zêdetirî 400 kes jî birîndar bûn e.   Wezaretê ragihand ku di nava kesên hatine kuştin de jin, zarok û xebatkarên rizgarkirinê jî hene.