Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin 2024-09-23 14:47:15   WAN - Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya Wanê hate lidarxistin de hate xwestin ku saziyên navnetewî têkildarî Abdullah Ocalan peywîr û berpirsyartiya xwe bi cih bînin.    Çalakiya “Deng bide azadiyê” ku di pêşengtiya malbatên girtiyan û saziyên sivîl ên civakî de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de tê lidarxistin li Wanê berdewam kir.    Di çarçoveya çalakiyê de malbatên girtiyan û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER) li ber Kampusa Girtîgeha Wanê daxuyanî da.    Rêveberê TUHAY-DER’ê Emîn Şeker, bi lêv kir ku biryarên keyfî yên Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê û berdana girtiyan hatiye astengkirin. Şeker, bal kişand ku di encama van polîtîkayên AKP’ê de li girtîgehan bûyerên mirinê çêdibin û wiha got: “Her sal bi dehan girtî û hikumxwarî ji ber şertên girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Ji van mirinan desthilata AKP’ê û MHP’ê berpirsyar e. Her yek ji van cînayeteke siyasî ye. Em bang li desthilatê dikin ku nebe şirîkê van cînayetan û qanûnan û hiqûqê bi cih bîne.”   ‘WEZARETA DADÊ JI PERGALA TECRÎDÊ BERPIRSYAR E’    Şeker, îşaret kir ku tecrîd ji Îmraliyê dest pê kir û belavî hemû qadan bûye û wiha berdewam kir: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê israr dike ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih neîne. DMME’yê biryar da ku ‘mafê hêviyê’ hatiye binpêkirin. Di serî de Wezareta Dadê gelek sazî û dezgehên netewî û navnetewî ji vê pergala tecrîd û îşkenceyê berpirsyar in. Li hemberî van polîtîkayên kêfî, bêhiqûqî û tecrîdê yên li girtîgehên Tirkiyeyê dewam dikin, em bang li saziyên navneteweyî bi taybetî bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û CPT, hemû baro, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk dikin ku wezîfeyên xwe bi cih bînin.”   Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar jî anî ziman ku li dijî kurdan polîtîkayên îmha û înkarê tên meşandin û xwest ku Tirkiye ji vê zincîra bêhiqûqiyan vegere.    Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Giriyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.