Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû 2024-09-23 10:38:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Horasan a Îranê ku duh 52 kesan di karesata madenê de jiyana xwe ji dest dabûn de bi pileya 5.2 erdhej çêbû.    Li bajarê Bocnurd ê eyaleta Horasan a Îranê bi pileya 5.2 erdhej çêbû. Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê diyar kir ku navenda erdhejê Bocnurd e û ragihand ku erdheja bi pileya 5.2 çêbû saet di 16.13’an de çêbûye.     Erdhej 8 kîlometreyan di biniya erdî de çêbûye û agahî nehate dayîn ka kesê jiyana xwe ji dest daye an na.    52 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Li eyaleta Horasanê duh jî li madeneke komirî gaza metanê teqiya. Li gorî hin çavkaniyan ji ber teqînê 52 kesan jiyana xwe ji dest dan.