Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin 2024-09-23 09:02:24   AMED - Li MED-DER’ê serlêdanên kursên kurdî dê heya 25’ê îlonê bidomin.    Li Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) a li Amedê xebatên xwe didomîne, qeydên kursên ziman didomin. Ji bo kursên wek online û rûbirû werin dayîn, dê serlêdan heya 25’ê îlonê bidomin. Li komeleyê tê payîn ku dê di 1’ê cotmehê de dersên zimanê kurdî dest pê bikin. Kurs dê di zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî de werin dayîn.      Perwerdekara MED-DER'ê Dîlan Guvenç anî ziman ku ew ê di hemû astan de kursên kurdî bidin destpêkirin. Guvenç da zanîn ku her kesê 18 salî dê karibe serlêdanê bikin û bi bîr xist ku dê ders di hefteyê de 2 rojan bi giştî wek 4 saetan werin dayîn. Guvenç destnîşan kir ku ew di her serdemê de nêzî 20 polên kursan didin destpêkirin û bilêv kir ku kursên ziman 3 mehan didomin, kesên serkeftî piştî vê demê derbasî astekî jortir dibin.    POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ   Guvenç diyar kir ku kesên dixwazin, dikarin bi ser formên hesabên wan ên medya dijîtal jî qeydên xwe çêbikin. Guvenç di berdewama axaftina xwe de got ku welatî herî zêde serî li asta destpêkê dikin û wiha axivî: “Ev yek jî nîşan dide ku gel li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, zimanê xwe hîn dibe û xwe di hêla ziman de pêş dixe. Herî zêde xwendekar, jin û ciwan serî li kursên ziman didin.”    Guvenç di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku armanca wan bersivbûna polîtîkayên asîmîlasyonê ye û wiha got: “Asta asîmîlasyonê hatiye radeyekî wisa ku, ji zarokan heya mezinan êdî kes li kolanan bi kurdî naxive. Malbat bi zarokan xwe re, di nava malê de bi kurdî naxivin. Divê her kesek di her qada jiyana xwe de, di zimanê xwe de israr bike û bertek nîşanî polîtîkayên asîmîlasyonê bide.”