Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim 2024-09-22 16:24:54   ENQERE - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê îro jî berdewam kir. Şenyaşar, got: “Heta edalet pêk tê ez ê ji vir neçim.”    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê ku di 14’ê hezîrana 2018’an de hevjîn û du kurên wê ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî hatiye girtin, di roja 32’yemîn de berdewam kir.    ‘EZ BIMRIM JÎ DÊ LI VIR BIMRIM’   Şenyaşar, dovîza bi nivîsa “Edalet” hilgirt û got: “Edalet tune ye. Tenê zilmê dikin. Ev 7 sal in ez li edaletê digerim. Yên ku zarokên min li nexweşxaneyê qetil kirin serbest in lê kurê min ê birîndar xistin hefsê. Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim. Heta ku edalet pêk tê ez ê ji vir neçim. Heke bimrim jî ez ê li vir bimrim.”