Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn 2024-09-22 13:40:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaleta Alabama ya DYA’yê bi çekan êriş hate kirin. Di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.    Li bajarê Birmingham ê eyaleta Alabama ya DYA’yê bi çekan êriş hate kirin. Di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn. Li gorî nûçeya malpera înternetê ya “Al.com”ê; polîs Truman Fitzgerald daxuyanî da û got ku êriş saet derdora 23.00’ê hatiye kirin.    Fitzgerald da zanîn ku di êrişê de 4 kes hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne. Fitzgerald, got ku êrişkar hêj nehatiye girtin û derheqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.