Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin 2024-09-22 10:18:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Di madena komirê ya li Xorasanê de teqîn çêbû û hat ragihandin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.    Rêxistina Alîkariyê ya Îranê ragihand şeva borî li başûrê parêzgeha Xoresana Îranê ji ber teqîna di kaneke komirê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û 17 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku tîmên rizgarkirinê piştî bûyerê gihiştine cihê bûyerê û dest bi lêgerînê kirine.   Waliyê Eyaleta Xorasana Başûr Cevad Kanaat jî ji bo televîzyona dewletê ya Îranê axivî û got ku teqîn di madena komirê ya li navçeya Tebesê çêbûye. Kanaat got ku di teqînê de 13 madenvanan jiyana xwe ji dest dane û 12 jî birîndar bûne. Kanaat got ku li madenê 69 kes dixebitiyan.    Hat ragihandin ku xebatên rizgarkirinê yên ji bo karkerên asê mane didomin.