Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye! 2024-09-22 09:01:01 SÊRT - Girtiyê nexweş Nurettîn Dayan ê ji ber binpêkirina mafan ên li girtîgehê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê li qawîşa jêrzemînê li kêleka morgê tê girtin.  Girtiyê bi navê Nurettîn Dayan ê 34 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qubînê ya navçeya Êlihê girtî ye, tê de teşxîsa nexweşiya pençeşêra pişikê ya qonaxa 4'emîn hat dayîn. Dayan ku di sala 2008'an de di pîrozbahiya Newroza Sêrtê de hat binçavkirin, piştî 3 mehan di girtîgehê de ma, hat berdan. Lê ji ber vê bi îdîaya "Çendî ne endamê rêxistinê ye jî, li ser navê rêxistinê sûc kiriye"4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di sala 2012'an de Dadgeha Bilind cezayê li Dayan hatibû birîn, erê kir û Dayan di sala 2021'ê hat girtin. Dayan ku cara ewil par li Êlihê sewqî nexweşxaneyê hat kirin, piştî ku ava ji kezeba wî hat derxistin, dîsa ew şandin girtîgehê. Dayanê ku êşa wş dewam dike, careke din sewqî nexweşxaneyê hat kirin, lê tiştek neguherî.  Dayanê ku nikare xwarinê bixwe û gav bi gav zihîf dibe, ji ber êşa zêde dîsa rakirin nexweşxaneyê û ji wir jî sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin.   Parêzerê Dayan Nûrî Ekîncî diyar kir ku ji ber midaxeleya tibî ya di wextê xwe de pêk nehatiye, muwekîlê wî Dayan bi nexweşiya penceşêra pişikê ya qonaxa 4'an ketiye.    '20 ROJAN DI HUCREYEKE YEKKESÎ DE HAT GIRTIN'   Ekîncî diyar kir ku Dayan di dema girtina xwe ya zêdeyî 2 salan de gelek caran çûye nexweşxaneyê, lê der barê teşxîskirina penceşêrê de tu tedbîr nehatine girtin û got: “Muwekîlê min bi hinceta weremê 20 rojan di hucreya yekkesî de hat girtin. Paşê wî birin qawîşê. Diverişe û dikeve erdê. Di 22'yê meha borî de ji ber ava li ser kezeba wî wî birin Fakulteya Tibê ya Dîcleyê ya Amedê. Piştî ku testên pêwîst hatin kirin, em li benda encama patolojiyê man. Gumana tumor û pençeşêrê hebû. Encama ku di 2'yê Îlonê de eşkere kiribû, derket holê ku pençeşêra pişikê lê peyde bûye û pençeşêr di qonaxa 4'emîn de ye."    Ekîncî got: “Penceşêra ku di laşê Dayan ê ku 2 sal û nîv e di Girtîgeha Tîpa T a Qubînê de ye, çawa çêbû heya niha nehatiye tespîtkirin. Di vê pêvajoyê de gelek caran çûye nexweşxaneyê, lê dîsa jî tespît nekirine. Ev îhmalkariyeke mezin e. Bjîşkan got kezeba wî nemaye û dibe ku bandorê li mêjî bike."    'LI CEM MORGÊ TÊ GIRTIN'   Ekîncî diyar kir ku ji bo kesên bi pençeşêrê ketiye ya girîng moral û motîvasyon e û wiha got: “Muwekîlê min ji 22’yê Tebaxê û vir ve li jêrzemîna Fakulteya Tibê ya Dîcleyê tê ragirtin. Cihê wî li kêleka morgê ye. Muwekîlê min ê ku li hemberî pençeşêra pişikê têdikoşe, tenê carekê 15 deqeyan karîbû bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Dema ku muwekîlê min ji bo dermankirinê birin beşa Onkolojiyê an jî avahiya sereke, 3 gardiyan û 3 cendirmeyan bi awayekî destkelmeçekirî ew birin. Gava tiştekî din jî bikin, wiha dikin. Tenê di qawîşa li nexweşxaneyê de destên wî ne kelemçekirî ne."   JI BO TALOQKIRINA ÎNFAZÊ SERLÊDAN KIRIN   Ekîncî diyar kir ku wî mehek berê ji bo taloqkirina înfaza Dayan serî li Dadgeriya Înfazê ya Êlihê daye û got ku piştî vê 10 roj berê Dayan birine Heyeta Lijneya Tenduristiyê, lê belê hê rapora wî nehatiye amadekirin. Ekîncî destnîşan kir ku piştî rapora li ser rewşa Dayan a ji Lijneya Tenduristiyê ji aliyê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) ve bê nirxandin, dê diyar bibe ku dê "înfaz" bê taloqkirin yan na.   'DIVÊ DI NÊVENGEKE ARAM DE BÊ DERMANKIRIN'   Ekîncî diyar kir ku ji bo “berdana bi şertî” a Dayan 9 meh mane û wiha got: “Raporên ku ji Lijneya Tenduristiyê û Tiba Edlî tên, bi mehan dereng tên. Divê ev pêvajo bên lezkirin. Pêdivî ye ku ew li derve bê dermankirin. Jixwe ji ber ku di wext de mudaxele nehat kirin, hat vê astê. Di têkoşîna li dijî penceşêrê de destwerdana pêşîn pir girîng e. Kezebên wî xera bûne û ev yek nehatiye tespîtkirin. Ger destwerdaneke zû hebûya, belkî ne di vê rewşê de bûna. Dê nehata qonxa 4'emîn. Jixwe di vê pêvajoyê de îhmaleke zêde heye. Divê cezayê wî bê taloqkirin û li derve di nêvengeke aram de bê dermankirin. Yanî serlêdanên ku em bikin jî pêvajoyeke pir dirêj e. Car heye tiba edlî zêdetirî salekê bersivê dide. Divê demildest bê berdan."    MA/ Fethî Balaman