Rojnamevan Aykol: Min alayê ji Apê Mûsa girtiye 2024-09-21 20:12:54   AMED – Rojnameger-Nivîskar Huseyîn Aykol ê diyar kir ku hewl daye ala ku ji Apê Mûsa mîrate maye neyê xwarê, pirtûka xwe ya bi navê "Dîroka Çapemeniya Azad" ku 35 salên Çapemeniya Kurd a Azad vedibêje îmze kir.   Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê û Weşanxaneya Aramê ji bo pirtûka nû ya bi navê “Dîroka Çapemeniya Azad” a rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol roja îmzeyê hat lidarxistin. Hevserokên DFG'ê Dîcle Mûftûoglû û Selman Çîçek, endamên Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û gelek rojnamegerên ciwan tev li çalakiya li Hewş Kafeyê bûn.   ‘MIN ALAYÊ JI APÊ MÛSA GIRT'   Aykol beriya ku pirtûka xwe îmze bike çîroka derketina pirtûkê vegot. Aykol diyar kir ku sala bê ew ê bikeve sala xwe ya 50'emîn a rojnamegeriyê û got ku wî 35 salên xwe di rojnamegeriya kurdî de derbas kiriye. Aykol anî ziman ku wî alayê ji Apê Mûsa girtiye û got: “Ji wê rojê heta îro em bi hev re dixebitin ku ew ala neyê xwarê û herî lê nekeve. Em di nava 35 salan de bi qasî 3 hezar hevalan re xebitîn. Wekî ku min di gotinên xwe yên ewil de jî got, ez ne nivîskarê vê pirtûkê me. Min koordîneya vê pirtûkê kir. Kesên ku ev pirtûk nivîsandine, hevalên me yên rojnameger, belavkar û hevalên me yên şehîd in ku 35 sal tevî hemû zext û talûkeyan dixebitin. Îmzeyên ku min îro danîn ser pirtûkê sembolîk in. Her rojnamevanê ku ji bo me xebitî û her hevkarê ku li vir beşdarî û tevkarî kirine xwedî rayeya îmzekirinê ne. Li cihê ku ez lê nebim jî dikarin îmze bikin. Dema hûn pirtûkê bixwînin, hûn ê cara ewil bi berfirehî bibînin ku me di nava 35 salan de çi kiriye û çi hatiye serê me. Di vî warî de pirtûk ji bo kesên ku dixwazin nûçe û dosyeyan çêbikin referans e."   Bername piştî ku Aykol pirtûka xwe îmze kir bi dawî bû.