Rojnamevan Rabîa Onver a bi ser mala wê de girtin çima bû hedef? 2024-09-21 11:54:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku weşandina nûçeya dosya ya “Li Colemêrgê şerê taybet” ku rojnamevan Rabîa Onverê amade kir, bi ser mala wê de hate girtin. Di nûçeyên Onverê de bal tê kişandin ku kesên fihûş û sûcên hişbirê dikin çawa tên parastin.   Li Colemêrgê dîmenên ku jina bi navê Ayşegul Akdogan tundiyê li zaroka 17 salî P.K. dike li ser medyaya dîjîtal hatibûn weşandin û gelek kesan bertek nîşandabûn. Îdiayên ku Ayşegul Akdogan a bavê wê cerdevan, kekê wê binefser e hişbirê dide jin û zarokên keçik û fihûşê ferzî wan dike bûn rojev. Nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver kete pey van îdiayan.    Onver a fihûş, hişbir û bûyerên tundiyê yên li Colemêrgê yên salên dawî lêkolîn kirin, nûçeyeke dosya ya bi navê “Li Colemêrgê şerê taybet” weşand. Piştî ku nûçeya dosya ya Onverê hate weşandin, polîsan bi ser mala wê de girtin.    POLÎSAN BI SER MALA ROJNAMEVAN ONVER DE GIRTIN   Polîsên ku duh bi ser mala Onver a li Taxa Kişla ya girêdayî navçeya Geverê de girtin, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve hatiye destpêkirin de li malê lêgerîn kirin. Hate zanîn ku derbarê Onver a li mala xwe nebûye de biryara “girtinê” hatiye dayîn.    Nûçeya dosyayê ya ewil ya Onverê ya bi serenavê “Li Colemêrgê şerê taybet” bi serenavê “Midûriyeta polîsan û dozgerî çeteya fihûşê diparêze!” hate weşandin. Di nûçeyê de bal tê kişandin ku Ayşegul Akdogan a tundiyê li P.K. ya 17 salî dike ji aliyê kê ve tê parastin. Tê diyarkirin ku Ayşegul Akdogan seroka çeteyeke ku ji 25 kesan pêk tê ye û ev çete hişbirê dide jin û zarokên keçik û fihûşê ferzî wan dike. Gelek ji kesên di nav çeteye de ji zarok û xizmên rêveberên AKP’î pêk tê. Hûn dikarin ji vê lînkê xwe bigihînin nûçeyê.    Di nûçeya duyemîn a dosyaya bi seranavê “Midûriyeta polîsan û darazê gef li malbata jina ku fihûş lê hate ferzkirin xwar” de jî cih dan vegotinên dayika P.K. ya elimandina hişbirê N.K.’yê. Dayika N.K.’yê diyar kir ku ji aliyê ferdên malbata Ayşegul Akdogan ên cerdevan û polîs ve gef li wan tê xwarin. Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin lînkê.    Nûçeya dosyayê ya sêyemîn jî bi serenavê “R.S. ya bi kuştinê gef lê hate xwarin: Kî li pişt Ayşegulê hene?” hate weşandin. Di nûçeyê de hate îdiakirin ku Ayşegul Akdogan ji aliyê midûriyeta polîsan ve tê parastin.