Sadik Tan: Heke tiştek were serê min girtîgeh berpirsiyar e 2024-09-21 11:14:39   STENBOL - Sadik Tan ê girtî bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku ewlehiya canê wan nemaye û got: “Heke tiştek were serê min, berpirsiyar girtîgeh e.”    Sadik Tan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê girtî ye. Tan bi rêya telefonê li gel malbata xwe re hevdîtinê pêk anî. Tan binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ji malbata xwe re ragihand û destnîşan kir ku ewlehiya canê wan nemaye.    Tan bi rêya malbata xwe anî ziman ku heke tiştek neyînî were serê wî berpirsiyar girtîgehê nîşan da û got: “Ez destnîşan dikim; heke tiştek li vê girtîgehê were serê min, berpirsiyar girtîgeh bi xwe ye. Tu însanan qebûl nakin, bila haya we jê hebe. Tevî ku cezayê muebeda girankirî li min hatiye birîn jî Wezareta Dadê, Meclis, Destûra Bingehîn gelek mafan ji bo min nas dike. Lê ez nikarim ji van mafan sûdê werbigirim. Bila haya we jî jê hebe.”