Biryara Dadgeha Bilind esas nehat girtin: Berdana Çetîn Arkaş 6 mehan hat dirêjkirin 2024-09-21 10:33:03 STENBOL - Berdana girtî Çetîn Arkaş ku di Sekreteryaya Îmraliyê de cih digirt, roja wê bihata berdan ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve 6 mehan hat taloqkirin.  Berdana Çetîn Arkaş ê ku di sala 1992'yan de li Ispartayê hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn, tê astengkirin.   Çetîn Arkaş di 15'ê Adara 2015'an de dema "pêvajoya diyalogê" dewam dikir, ji bo "wezîfeya sekreteriyayê" şandin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê girtin. Arkaş piştî 9 meh û 10 rojan di 16'ê Kanûna 2015'an de sewqî Girtîgeha Sîlîvriyeyê hat kirin.   DADGEHA BILIND BIRYARA 'ŞEWITANDINA ÎNFAZÊ' XERA KIR   Diviyabû ku Arkaş di 7'ê Sibata 2022'yan de bi berdana şertî bihata berdan. Lê belê di teblîxata dawî de ku Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê di 3'yê Sibata 2022'yan de amade kir, hat diyarkirin ku Arkaş bi hinceta ku 3 û zêdetir cezayên hucreyê xwariye, nikare sûdê ji berdana şertî bigire. Di muhletnameyê de hat diyarkirin ku ji ber ku herî kêm 3 cezayên cuda yên hucreyê li Arkaş hatine birîn, dema wî ya înfazê 36 sal in.    Parêzerên Arkaş bi hinceta ku cezayên dîsîplînê yên hucreyê li dijî hiqûqê ne serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn dan û dadgehê di 22'yê Sibata 2024'an de biryarê xera kir. Piştî vê parêzerên Arkaş serî li Dadgeriyên Înfazê dan û dadgeriyan du cezayên hucreyê xera kirin.    ROJA WÊ BIHATA BERDAN...   Piştî biryarên xerakirina ceza cezayên hucreyê daketin bin 3'yan. Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dan û diyar kirin ku divê muhletname li gor sererastkirinên dawî yên bê çêkirin.    Dozgeriyê di 14’ê Hezîrana 2024’an de muhletnameyeke nû amade kir û şewitandina înfazê rakir. Piştî amadekirina vê muhletnameyê diviyabû Arkaş bihata berdan, lê di heman rojê de Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Marmarayê biryara "rewşa nebaş" da û berdana Arkaş 6 mehan dirêj kir.    NAKOKIYÊN LIJNEYÊ   Lijneyê di biryara xwe de derpêş kir ku hê jî "sempatiya wî ji bo rêxistinê heye", "liv û tevgerên wî yên rêxistinê ne", "li gor pîvanên saziyê tevnagere" û "mafên di rêziknameyê de hatine diyarkirin bi kar tîne, lê di bin bandora rêxistinê de ye" û "di nava çalakiyên rêxistinî de cih digire û cezayên dîsîplînê xwariye."    Lijneyê di biryara xwe de diyar kir ku pûanê Arkaş 48,5 e. Li gor pîvanên lijneyê ji bo girtiyeke di çaçroveya "rewşa baş" de bê nirxandin divê pûanê wî 45 û di ser 45'an re be. Lê çendî pûanê Arkaş 48,5 e jî der barê wî de biryara "rewşa nebaş" hat dayîn."    Di biryara lijneyê de hat diyarkirin ku puana Arkaş bû 48,15. Pûanek ji 45 an jortir bes e ku girtî wekî "baş tevdigerin" were hesibandin. Lê tevî 48,15 pûanan jî biryara ku Arkaş "baş tevnegeriya" bal kişand.   Lijneyê guh li biryarên Dadgeha Bilind neda ku Arkaş ji 7'ê Sibata 2022'yan ve bi awayekî neheqî 2 sal û 4 mehan ceza lê hatiye birîn.    Lê belê Lijneya Îdare û Çavdêriyê berê ji bo Arkaş rapora "rewşa baş" amade kiribû.    Piştî vê parêzerên Arkaş serî li Dadgeriya Înfazê ya 1'emîn a Sîlîvriyê dan. Lê dadgeriyê di 8'ê Tîrmeha 2024'an de îtirazê red kir.    Hat zanîn ku wê parêzer serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.    MA / Dîren Yûrtsever