Dîcle Anter: Kekê min deriyê bavê min her tim vekirî hişt 2024-09-21 09:39:45 MÊRDÎN - Dîcle Anter ê kekê wî Anter di salvegera qetilkirina bavê wan Mûsa Anter de jiyana xwe ji dest da, wiha got: “Keda kekê min gelek hebû ku li vir (Sitîlîlê) deriyê bavê min vekirî bihêle.” Kurê rojnamevan û nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa), Anter Anter duh serê sibê li serşoka mala xwe ya li bajarokê Sitîlîlê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê mirî hate dîtin. Anter Anter ê hate diyarkirin ku di salvegera 32’yemîn a qetilkirina bavê xwe de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye, li gundê Zivingê ku bavê wî ewilî lê hatibû definkirin hate veşartin.    SALÊN SIRGUNÊ    Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter, anî ziman ku ji ber kekê xwe di salvegera qetilkirina bavê xwe de windakirine xemgîn in. Anter, diyar kir ku dema kekê wî di sala 1960’emîn de zanîngeh dixwend neçar ma ku derkeve derveyî welat û wiha got: “Beriya darbeya 71’an bûyer bi awayekî aktîf berdewam dikirin. Di sala 71’an de ez jî li Swêdê çûm cem wî. Di pêvajoya li Swêdê ma de li ser têkoşîna kurdan xebat dimeşandin. Li ser nasnameya kurdî, folklor, ziman û mafên kurdan hewldanên kekê min û hevalên wî hebûn.”   KETINA WÎ YA TIRKIYEYÊ QEDEXE KIRIN    Anter, bi bîr xist ku ji ber xebatên kekê wî yên li Swêdê li Tirkiyeyê ketina wî ya welat hatibû qedexekirin û wiha berdewam kir: “Ji ber xebatên kekê min ketina wî ya Tirkiyeyê hatibû qedexekirin. Gelek beriya me dikir. Tenê carekê karî bê Tirkiyeyê. Min jî ji Serokkomarê wê demê Ahmet Necdet Sezer re nameyek nivîsand. Wan jî hin xalên qanûnên wî demî hejmartin û gotin ku ketina wî ya Tirkiyeyê qedexe ye. Çend caran hate balafirgehê lê neçar ma ji wir vegere.”   ‘DERIYÊ BAVÊ MIN VEKIRÎ HIŞT’    Dîcle Anter, bi lêv kir ku kekê wî pişt re bi çêkirina hin qanûnên hatin kirin hate Tirkiyeyê û ev tişt got: “Piştî ku hate Tirkiyeyê diyar kir ku dixwaze li mala bavê min a li gund bijî. Mirovên ku dihatin û diçûn kirin mevan. Ya girîng ew bû ku deriyê mala bavê min vekirî bimîne. Kekê min kedeke mezin da ku li vir deriyê bavê min vekirî bihêle.”   Anter, anî ziman ku mirina kekê wî ya di salvegera qetilkirina bavê wî de xemgîniya wan zêdetir kiriye û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Me di salvegera qetilkirina bavê min de kekê min winda kir. Êşa me du qat zêde bû. Tu pirsgirêkên wî yên tenduristiyê nebûn. Em difikirin ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Em gelek xemgînin. Ji bo me gelek zor e.”