Der barê rojnamevanê girtî Yalçin de lêpirsîn hat destpêkirin 2024-09-20 15:42:30   STENBOL - Der barê rojnamevan Celalettîn Yalçin ê di hevdîtina vekirî de ji xizmên girtiyan re îşareta serkeftinê nîşan da, lêpirsîn hat destpêkirin.    Rojnamevan Celalettîn Yalçin li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) tê ragirtin. Yalçin roja 5’ê îlonê di hevdîtina vekirî de bi tiliyên xwe îşareta serkeftinê nîşanî xizmên girtiyan da. Bi hinceta îşareta serkeftinê der barê Yalçin de lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin. Yalçin bi rêya parêzerê xwe îtîrazî lêpirsînê kir.    Yalçin bi rêya parêzer peyamek şand û diyar kir ku ev lêpirsîn bi temamî kêfî û bêhiqûqî ye û got: “Li tu devera cîhanê îşareta serkeftinê sûc nayê dîtin. Lê belê li girtîgeha Marmarayê ev cara ewil e dibe sûc. Ev parçeyek zextên li ser girtiyan e. Nikarin bi lêpirsînê vî rengî serê girtiyan bitewînin. Ev hewldanên beyhûde ne.”