Li xizmên xwe yên ku di pevguherandinê de winda kiriye digere 2024-09-20 10:59:31   ÎZMÎR - Anastasia Kosmidou ku li Yewnanistanê dijî, bi salan e ji bo dîtina xaltîka xwe Anastasia (Fatma Bazdan) û zarokên wê ku ji ber pevguherîna nifûsê ew winda kirine, têdikoşe.   Siyaseta “Tirkkirin û Îslamiyetê” ku di salên dawî yên Împaratoriya Osmanî de dest pê kir û piştî avakirina komarê dewam kir, bi xwe re êş, komkujî û azar anîn. Di vê pêvajoyê de zarokên bi hezaran malbatên ermenî û yewnan ên hatin qetilkirin û sirgûnkirin, hatin desteserkirin. Malbat bi salan neçar man li zarok û xizmên xwe bigerin. Hin ji van zarokên ku bi nasnameya tirk-misilman hatin mezinkirin, paşê malbatên xwe nas kirin û gelek jê hê jî ji malbatên xwe û nasnameya xwe dûr û bêhay in.    Li gorî peymana pevguhertinê ya ku di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de ku wekî pêvekeke Peymana Aştiyê ya Lozanê di sala 1923’yan de hat îmzekirin, Tirkiye û Yewnanîstanê welatiyên welatên xwe li ser esasê olê koçberî ferz kirin. Li gor vê peymanê milyon û 200 hezar xiristiyanên ortodoksê yên yewnanî ji Tirkiyeyê şandin Yewnanîstanê û 500 hezar misilman jî şandin Tirkiyeyê. Nêzîkî 250 hezar ji Xirîstiyanên ku şandin Yewnanîstanê, Yewnaniyên Pontîk bûn. Di vê koça bi darê zorê de bi hezaran malbat neçar man zarok û xizmên xwe li van xakan bihêlin. Nivîskarê Yewnanî Yorgo Andreadis ku bi xwe yewnanê ji Trebzondê ye, di pirtûkên xwe yên bi navê Keça Winda ya Tamama-Pontusê, Tolika Bacikam Al Benî û Temel Garîp Todoron de êşên sed sal berê radixîne ber çavan.    HERÎ DAWÎ DI 1955'AN DE XALTÎKA XWE DÎTIYE   Anastasia Kosmidou (85) ku li gundê Lithotopos ê Ceres ê Yewnanîstanê dijî, bi salan e hewl dide malbata xwe ya ji ber pevguherandina nifûsê ji hev belawela bûye bîne cem hev. Malbata Anastasia yek ji wan malbatên ku ji ber pevguherandina nifûsê ji navçeya Bafra ya Samsûnê neçar maye koçî bajarê Seres ê Yewnanîstanê bike. Di vê koçberiyê de keça biçûk a malbatê ya 4 salî winda dibe û malbat bêyî ku wê bibîne, demildest ji welatê xwe tê şandin. Xaltîka winda piştî salên 1950'î dîsa tê dîtin, lê navê wê ji Anastasia dikin Fatma Bazdan û bûye misilman, zewiciye û xwedî 4 zarokan e. Fatma Bazdan ku di sala 1955'an de di encama hewldanên malbata xwe de çûye Yewnanîstanê, mehekê li wir maye û behsa malbata xwe kiriye. Fatma Bazdan piştî bidawîbûna vîzeya vedigere Tirkiyeyê. Lê belê, piştî wê Pogroma 6-7'ê Îlonê çêdibe û di sala 1964'an de koçberî li rûmên li Stenbolê tê ferzkirin û di ser Qibrisê re dijminatiya li hemberî rûman careke din bendekê datîne nava malbatê. Anastasia Kosmidou ku herî dawî gava 14 salî bûye xaltîka xwe di 1995'an de dîtiye, niha li zarokên wê digere. '   Kosmîdouyê diyar kir ku beriya pevguherandina nifûsê malbata wê gelek êş kişandiye û got ku bavê wê li Dadgeha Îstîqlalê hatiye darizandin û hatiye girtin. Kosmîdouyê anî ziman ku bavê wê piştre ji girtîgehê reviyaye û bi salan li çiyê jiyaye û got ku bavê wê dema ku li gel Peymana Lozanê Peymana Pevguhertinê hatıye îmzekirin hatiye gund û malbatê dest bi amadekariyê kiriye. Kosmîdouyê da zanîn ku xaltiya wê ya wê demê 4 salî bûye roja koçkirinê ji nişka ve winda bûye û wiha got: "Hemû malbat hatin vir, tenê xwişka dayika min li wir ma. Dayika min gelek li wê geriya. Lê wê nikarîbû wê bibîne û xaltîka min paşê got ku hevalên wê ew di nav genim de veşartine, ji ber ku ew yewnan bûye, ji bo tiştek neyê serê wê ew veşartine. Malbata min bêyî ku wê bibîne li wapûrê hatiye siwarkirin û ew şandine vir."    ANASTASIA BÛYE FATMA   Kosmidouyê da zanîn ku bi salan li xaltîka xwe digere û got ku bi saya kesê bi navê Yûsûf ku di nîvê salên 1950'î de ji Dramayê çûye Samsûnê û li xizmên xwe geriyaye, gihaştine xaltîka xwe. Kosmidouyê diyar kir ku Yûsûf li Samsûnê dema li xizmên xwe digeriya rastî xaltiya wê hatiye û wiha got: "Yûsûf li Yewnanîstanê navnîşanên kesên xizmên wan winda kom kiriye û çûye Tirkiyeyê. Dayika min jî navnîşana xaltiya min da wî. Dema Yûsûf li Samsûnê li xizmên xwe digeriya, navan dixwîne û navê dê, bav û xwişka wê tê bîra xaltîka min. Gotiye 'ev malbata min in.' Xaltîka min bi vî awayî hat dîtin. Pir kêfa dêya min hat, giriya. Em tevgeriyan. Wê gava em nikaribûn biçin Tirkiyeyê û bên. Dêya min name nivîsandin û xaltîka min di 1955'an de hat vir. Mehekê ma. 3 kur û keçek wê hebûn. Min navê kurên wê ji bîr kirin, lê dibe ku Alî, Kemal û Fîkret bin. Wisa tê bîra min. Lê navê keça wê Dûriye bû û li Îzmîrê dima."    Kosmidouyê anî ziman ku piştî ku xaltîka wê vegeriyaye Tirkiyeyê hew name ji hev re şandine û hew hev dîtine û got: "Xaltîka min navnîşana xwe û wêneyê xwe û kurê xwe da me. Wê demê li navenda Samsûnê dima, li Kolana Madde Hejmar: 31. Salên borî ez gelek caran li xaltîka xwe geriyam, lê min ew nedît. Li bazarê tişt mişt difirotin û kurê wê jî di wapûrê de dixebitî. Wêneyekî xaltîka min li cem min hebû, lê ew jî winda bû. Gava ez ji Almanyayê dihatim Yewnanistanê, di rê de leqayî tirkan hatim. Wan tiştên li Samsûnê hatine serê wan got û min jî behsa çîroka xwe kir. Wan jî got 'Em li Samsûnê dijîn, em ê wê bibînin' û min wêneyê xaltîka xwe da wan. Lê careke din min nikaribû pêwendiyê bi wan re deynim û bi vî awayî wêneyê xaltîka min winda bû. Ez pir poşman im."    'EZ DIXWAZIM MALBATA XWE BIBÎNIM'   Kosmidouyê da zanîn ku îhtîmal e xaltiya wê ne sax be lê ew dixwaze xwe bigihîne zarokên wê û wiha got: "Eger neyên dîtin ez ê xemgîn bibim, lê ger bên dîtin ez ê gelekî kêfxweş bibim. Gelek kes piştî salan xizmên xwe dibînin. Wêneyê kurê xaltîka min heye, belkî hin kes wî nas bikin. Ger sax bin muheqeq dêya wan ji wan re gotiye ku çûye Yewnanistanê û li wir xizmên wan hene. Ger îro bê dîtin ez ê niha biçim wirç Zarokên zarokên wan jî hebin ew malbata min in. Ên wan nas dikin û bihîstine bila ji me re bêjin."    MA / Tolga Guney