‘Em li bendê ne ku di Mitînga Azadiyê de beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe' 2024-09-20 10:00:27   AMED - Ji DBP'ê Erhan Basût diyar kir ku ji bo mitînga 13'ê cotmehê ku wê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê dicivin" bê lidarxistin, wê mal bi mal bigerin û got ku ew li bendê ne ku beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe.   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 42 meh in tu agahî nayê girtin. Bertekên li dijî tecrîdê zêde dibin û pê re daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ji çar aliyê cîhanê bilind dibe. Di 10’ê Cotmeha 2024’an de bi pêşengiya rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên ji 74 welatan kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de, di nava salê de çalakiyên wekî “Bibe dengê azadiyê", “Dawî li tecrîdê bînin”, “Edalet pêk bîne û hiqûqê bi cih bînin” hatin lidarxistin û çalakiyên wekî “Xwendinên Azadiyê” hatin lidarxistin.    Platforma Saziyên Demokratîk, di 12’ê îlonê daxuyanî da ku kampanya ber bi qainaxa duyemîn ve çûye û wê di 13’ê cotmehê de li Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev dicivin1 mîtîngeke mezin li dar bixin. Hevberdevkê Rêxistinê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Erhan Basût têkildarî mitînga ku wê di salvegera 26’emîn a komploya 9'ê cotmehê de bê lidarxistin axivî.    GIRÎNGIYA KAMPANYAYÊ   Basût da zanîn ku komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di şexsê Abdullah Ocalan de ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelên bindest û bi taybet ya gelê Kurd ji aliyê hêzên navneteweyî yên bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hatiye kirin. Basûr diyar kir ku lê kampanyaya ku li dijî vê di 10’ê Cotmeha sala borî de hat destpêkirin girîng e û got ku wê di çarçoveya vê kampanyayêd e di 13'ê Cotmehê de li Amedê mîtînga azadiyê li dar bixin.    Basût bal kişand ser wê yekê ku bêpêwendiya mutleq girêdayî pêvajoya komploya navneteweyî ye û got ku destkeftiyên di warê demokrasî û azadiyê de yên gelê kurd û gelên bindest komploya navneteweyî pûç kiriye. Basût destnîşan kir ku heman hêz îro ro bi bêpwendîbûnê dixwazin bigihêjin armanca xwe û encamê ji koletiya ku li gelê kurd û hemû gelên bindest ferz dikin bigirin.    Basût bal kişand ku têkoşîn di navbera Modernîteya Kapîtalîst û Modernîteya Demokratîk de ye û misogerkirina azadiya fizîkî ya Ocalan wê di diyarkirina aliyê serketî de diyarker be û got: “Ji bo hêzên Modernîteya Demokratîk bi ser bikevin, divê ji bo parastina hebûn û azadiya gelê kurd û hemû gelan divê bêpêwendiya mutleq bê şikandin. Em ê jî di xebatên kampanyayê yên mehekê de ji bo kesên doza azadiyê û demokrasiyê dikin bên cem hev du û tecrîda mutleq bê şikandin em ê van xebatan bikin."    WÊ BIÇIN HER MALÊ   Basût bal kişand ser girîngiya mîtîngê ku wê di 13'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê dicivin" li dar bixin û bang li hemû beşên civakê yên azadîxwaz kir ku bi gelê kurd re bê cem hev. Basût diyar kir ku fînala xebatên dikin wê mîtînga 13’ê Cotmehê be û got: “Serkeftina vê mîtîngê bi xebatên ku em ê mehekê bidin meşandin ve girêdayî ye. Ji bo serketinê, pêdivî ye ku meriv baldar be û biryarên cidî bide. Di hevdîtinên ku me bi sazî û dezgehên xwe yên demokratîk re kir de me dît ku hem rêxistina me hem jî gelê me û saziyên me yên demokratîk pir bibiryar in. Li hemû bajar û navçeyan dê koordînasyon ji bo van lêkolînan bên kirin. Tu gund, mal û tax wê nemînin ku koordînasyon neçe wan."    BANGAWAZÎ   Basût diyar kir ku armanca wan ew e ku beşdariyeke wekî ya Newrozê çêbibe di mîtîngê de û got: “Em bawer dikin ku dê ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê gel bi girseyî bên cem hev û gelê Amedê jî wê bi coş û heyecaneke mezin beşdarî mitîngê bibe. Ji ber vê yekê em bang li hemû pêkhate, hêz, gelan, gelên bindest, ciwan û jinên azadî û demokrasiyê dixwazin û di serî de gelê kurd dikin ku di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê beşdarî mitînga azadiyê bibin.”   MA / Mujdat Can