ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-20 09:00:10   * Mîrateya Mûsa Anter ê ku kujerên wî nehatin dîtin, ji aliyê rojnamevanên ku wî ji bo wan got "Generalên Min ên Biçûk" tê domandin. Dîcle Anter got: "Gelek ciwan di nava şert û mercên zehmet de bi lehengî hewl didin ku nûçeyên rast bigihînin gel."   * Hevserokê KCDK-E Engîn Sever ku ji bo Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ku wê îsal bi dirûşmeya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” bang kir, got: “Em ê bi hev re bersiva pêvajoya heyî û cîhanê bidin."    * Ji DBP'ê Erhan Basût diyar kir ku ji bo mitînga 13'ê Cotmehê ku wê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê dicivin" bê lidarxistin, wê mal bi mal bigerin û got ku ew li bendê ne ku beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe.   * Anastasia Kosmidou ku li Yewnanistanê dijî, bi salan e ji bo dîtina xaltîka xwe Anastasia (Fatma Bazdan) û zarokên wê ku ji ber pevguherîna nifûsê ew winda kirine, têdikoşe.   * Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha got: “Tirkiye dibe ku ji bo li xaka Iraqê ji SMO’yê re qadê veke xwe ji Sûriyeyê vekişîne.”    * Danişîna doza 38 kesên HDK'yî û HDP'yî dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (09.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya kampanya hevdîtinên "Nan û Dadê" de dê li Edeneyê be. (10.00-19.00) ZINDÎ   * DEM Partî dê encamnameya Sempozyûma Çandiniyê li navenda xwe ya giştî eşkere bike. (11.00)    * Rojnamevan û rewşenbîrê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) wê di salvegera 32'yemîn a qetilkirina xwe de li Seyrantepeya Amedê cihê ku lê hat qetilkirin û li ser gora xwe ya li gundê Stîlîlê ser bi navçeya Nisêbînê ve were bibîranîn. (11.00) ZINDÎ   * Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê  ku tûrnûvaya futbolê li navçeya Silopiya Şirnexê daye destpêkirinê dê bidomîne. (11.00-19.00)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê dê berdewam bike. (13.00-17.00)   * Siyasetmedar Îbrahîm Ayhan di salvegera 6'emîn a wefata xwe de dê li ser gora xwe ya li navçeya Siwêrega Rihayê were bibîranîn. (16.00)