Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin 2024-09-18 10:00:12   AMED - Şêniyên gundê Pêçarê yê navçeya Licê diyar kirin ku leşkerên çûn operasyonê gef li wan xwarine û heqaret li wan kirine.    Li çoltera gundê Pêçarê yê navçeya Licê ya Amedê di 16’ê îlonê de di navbera leşker û endamên HPG’ê de şer derket. Şer û pevçûn bi saetan berdewam kir. Herêm ji aliyê helîkopteran ve hate bombebaran kirin. Hin guleyên ji helîkopteran hatin avêtin, li maleke li gund jî ketin.    BINÇAVKIRIN Û HEQARET    Li gund 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin. Her 5 kes piştî wergirtina îfadeyên wan a li Qereqola Cendermeyan a Navçeyê hatin berdan. Baxçeyên sebze yên şêniyên gund jî zirar dît.    Şêniyên gund, ragihandin ku leşkerên çûne operasyonê ji wan re xeber gotine û heqaret kirine. Şeniyên gund bi lêv kirin ku her wiha bi şewitandina gund gef li wan hatiye xwarin.