Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan 2024-09-18 09:00:49   STENBOL - Di sedema girtina 6 kesên li Stenbolê hatin girtin de, nûçeyên der barê binçavkirina wan û sepanên Sîgnal û Telegramê yên di telefonên wan de cih girtin.    Li Stenbolê di 10'ê îlonê de di avêtina ser malan de endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Lutfu Kaya û kesên bi navê Mazlûm Korkmaz, A.D., Y.E.A., M.S. û E.E. hatin binçavkirin. Her 6 kes di 14'ê îlonê de bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Lê belê hinceta biryara girtinê û hûrguliyên wê balkêş in.    SÎGNALÊ BI KAR TÎNE!   Ji bo girtina Kaya, beyanên kesekî ku di 1'ê îlona 2022'yan de li ser wî îfade ya, wekî sedem hatin nîşandan. Li gor beyanên şahid, Kaya "kesan daxilî nava rêxistinê dike". Her wiha serdanên Kaya ên li malbatan û şînan jî cih gitin. Di sedemê de dozên bi îdiayên "propagandaya rêxistinê" û "heqareta li serokkomar" ên berê der barê Kaya de hatine vekirin û hê jî didomin cih girtin.    Her wiha tiştekî balkêş jî, sepana Sîgnalê ya di telefona Kaya de jî di sedema girtinê de cih girt.    Ji xeynî vê nûçeya der barê binçavkirina Kaya de ku di ANF'ê de hat weşandin, wekî hincet hatiye nîşandan.    Ji bo M.S. û A.D. yên di çarçoveya lêpirsîneke din de hatin girtin, hat derpêşkirin ku telefonên wan hatine guhdarîkirin û di vê guhdarîkirinê de "rastî axaftinên rêxistinî hatine."    Ji bo girtina Mazlûm Korkmaz û Y.E.A. û E.E. jî lêpirsîneke cuda wekî hincet hat nîşandan. Hat îdiakirin ku her 3 kesê pankarta "Kurdistan dê qeyûm têk bibe" daliqandine û bûyera li hemberî otobûsa rêwiyan ku di 10'ê tebaxê de li Arnavûtkoyê pêk anîne.    MA / Omer Îbrahîmoglû