ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-18 09:00:20   * Di sedema girtina 6 kesên li Stenbolê hatin girtin de, nûçeyên der barê binçavkirina wan û sepanên Sîgnal û Telegramê yên di telefonên wan de cih girtin.    * Ji bo mitînga "Em li dijî komployê li ber xwe didin, em ji bo azadiyê dicivin" ku dê di 13'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin, wê li 5 herêman bênavber xebat bên kirin û hemû beşên civakî wê ji bo mitîngê bên vexwendin.   * Şaredariya Gimgimê, li ser daxwaza jinên ku gelek caran ji gundan tên navenda bajêr Mala Bêhnvedanê ya Jinan vekir.   * Rojnameger Takor Serdeştî diyar kir ku PDK'ê li Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê rê çêkiriye û got: "Eger PDK'ê pêşengtî nekira wê Tirkiyeyê ketina herêmê di xewna xwe de jî nedîtana."    *Mele Abdulmecîdê Gulordî ku ji binemala Gulordiyan e û xwediyê pirtûka “Dîwana Gulordî” ye, anî ziman ku wî li cem alimên ji binemala xwe ders girtiye û got ku ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e.    * Parêzer Eda Kar Bûrakmak diyar kir ku ji ber lêpirsîneke bi bandor nehate meşandin, Mehmet Demîrhan ê Hîlal Kar qetil kir nehatiye girtin û wiha got: “Dosya heta niha li cem dozgerê nobedar bû, nû dewrî dozgerê esas hate kirin.”   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Mêrsînê di çarçoveya kampanya "Nan û Dadê" de hin serdanan bike. (09.30-19.30) ZINDΠ   * Danişîna doza Halîse Aksoy ku li ser gilîkirina îtîrafkar Umît Akbiyik tê darizandin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (10.00-18.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û şandeya pê re dê serdana gora Narîn Guran bike û paşê jî serdana Baroya Amedê bike. (10.00) ZINDÎ   * Şaxa ÎHD'a Enqereyê têkidlarî tacîz û sîxuriya bi destê polîsan pêk tê dê li avahiya xwe daxuyanî bide. (12.00)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku li ber Meclisê daye destpêkirin dê berdewam bike. (13.00-17.00)