Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin 2024-09-17 15:46:57   AMED - Hediye Guran a di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guran de hatibû binçavkirin, hat girtin.    Lêpirsîna têkildarî windakirin û kuştina Narîn Guran a 8 salî berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de Hediye Guran di 13’ê îlonê de hatibû binçavkirin. Îro wê birin Edliyeya Amedê û îfade da dozgeriyê.    Jinapa Narînê, Hediye Guran ku hevjînê wê Fuat Guran jî hatibû girtin, ji aliyê dozgeriyê ve ji sûcê “îştirakkirina kuştina bi qestî” sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê hat kirin. Guran piştî îfade da dadgeriyê hat girtin.    Bi girtina Hediye Guran re hejmara kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin girtin bû 12 kes.