Li Efrînê 3 kes hatin revandin 2024-09-17 14:12:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê li Efrînê 3 kes revandin.  Binpêkirinên artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li Efrînê didomin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; çavkaniyên herêmî dan zanîn ku 3 kes ji hêla artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter ve hatin revandin. Hat zanîn ku koma paramîlîter a bi navê “Polîsên leşkerî” ya girêdayî dewleta tirk, kesên bi navên Xelîl Ekrem Xincik, Ehmed Ebû Xelîl û Hisên Kemûne revandin. Welatiyên hatine revandin ji gundê Nisiriyê yê navçeya Cindirêsê ne.    Hat ragihandin ku komên paramîlîter ji bo berdana welatiyan 2 hezar dolar fîdye xwestine.