'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê' 2024-09-17 13:25:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya duyemîn salvegera şoreşa 'Jin jiyan azadiyê' daxuyanî da û wiha got: "Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê." Eniya Jinên Başûr bi boneya duyemîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê darvekirin û qetilkirina ciwanan hate şermezarkirin û hate gotin ku di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jin pêşeng bûn û karîn hemû civakê tev li şoreşê bikin.   BERDEWAMA QÊRÎNA HEZAR SALAN   Daxuyaniya Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê wiha ye:   “Jin hertim dijî neheqî û koletiya desthilata zilamslariyê têkoşiyane, gelek caran bê ku dengê wan were bihîstin, hatine bêdengkirin û gelek caran jî dengê jinên azad hemû cîhanê hejandiye. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jin û gel ti carî bindestiyê qebûlnekirine.   Çawa jin di hemû şoreş û serhildanan de xwedî rol û pêşeng bûn, di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jî bi heman awayî pêşeng bûn û karîne hemû civakê tevlî vê şoreşê bikin. Jinan karîn hemû cîhanê û azadîxwazan tevlî şoreşê bikin.   Em darvekirina jin û ciwanan ya ji aliyê desthilata Îranê ve şermezar dikin, bang li hemû azadîxwazên cîhanê dikin dijî darvekirinê bêdeng nemînin û xwedî helwesteke cidî bin. Em weke Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê vê şoreşê weke dewama qêrîna hezaran salan digirin dest û soz didin sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinan û şoreşa jinan. Em di vê oxirê de jî soza mezinkirina têkoşînê dubare dikin.”