Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin 2024-09-17 11:01:55   ENGERE - 40 girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê tên ragirtin diyar kirin ku ji cezayên hucreyan bigire heta cezayên astengkirina tehliyeyan, ji xizmeta tenduristiyê heta tecrîdê re bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû ne.    Rêxistinên mafên mirovan girtîgehên tîpên Syê wek “çal ango bîrên mirinê” bin av dikin. Li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûma bajarê Mûglayê 40 girtiyên lê tên ragirtin, der barê binpêkirinên mafên xwe de di nameyek ku şandin de vegotin.    Girtiyan da zanîn ku binpêkirinên mafan nêzîkatiyek polîtîk e û li hemû girtîgehan li dijî girtiyên polîtîk “rejîmek taybet” tê pêkanîn. Girtiyan di nameya xwe de diyar kir ku ev “rejîma taybet” li Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û girtiyan wiha got: “Ev rejîma taybet li dijî rêberê me birêz Abdullah Ocalan bi zanebûn hatiye destpêkirin. Bi salane di bin tecrîda girankirî û îzolasyonê de ye. Em wek 40 girtiyên polîtîk ên li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê vê tecrîdê û helwesta rejîmê lanet dikin. Rejîma tecrîda girankirî û îşkenceyê ye. Bi vê sedemê mafên me jî tên binpêkirin. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li ber tecrîdê rabin û li dijî wê helwesta xwe nîşan bidin.”    '12 GIRTÎ DI HUCREYÊ DE TÊN RAGIRTIN’    Girtiyan diyar kir ku girtîgehên Tîpa S li ser esasê tecrîdê ne û bi tecrîdkirina girtiyan di bin navê “rehabîlîtasyonê” de hewl tê dayin îradeya girtiyan bişkînin û bi di heman korîdorê de girtiyên xwedî nêrînên din ên siyasî jî hene û ev yek zemîna provokasyonê amade dike. Girtiyan di nameya xwe de da zanîn ku 12 girtî di hucreyan de tên ragirtin û wiha gotin: “Nêzî 12 hevalên me yên di bin şert û mercên giran ên ku cezayên heta hetayê li wan hatiye birîn de ne. Bi tena serê xwe tên ragirtin, li hucreyên ku camên wan bi têlan girtî ne, ji hev hatine tecrîdkirin. Têlên bi valahiya pir piçûk hene û tenê saetek destûr tê dayîn ku hewa bistînin.”    BINPÊKIRINÊN MAFÊ TENDURISTIYÊ    Girtiyan di nameye de bal kişandin ser daxwazên girtiyên nexweş ên di rewşên awarte de biçin nexweşxanê û girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk di nava 1-2 mehan de belav dibin û dema dibin revîrê nikarin xizmeta tenduristiyê ya têr werbigirin û wiha hat gotin: "Navê çend hevalên me yên ku nexweşiya wan giran e û pêwîstiya wan bi dermankirina lezgîn heye ev in: Gurbuz Topçu, M. Salîh Fîlîz, Alî Haydar Ildiz û Kutbettin Menteş. Hevalê me Kutbettin Menteş ê 60 salî bi tena serê xwe tê hiştin. Tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiya hevalê me bi tena serê xwe tê hiştin. Hevalê me 3 caran tansiyona bilind lê xistiye û 2 caran krîza dil lê daye. Piştî anjiyografyayê dîsa bi tena serê xwe hat hiştin û di vê heyamê de tu refaketvanan nedan cem hevalê me. Her wiha hevalê me Serbest Akbaş ê ku di heman demê de cezayê muebedê lê hatiye birîn, piştî emeliyata çav ku li Girtîgeha Tîpa E ya Muglayê di ne li cihekî hîjyen hat hiştin, bi xetereya enfeksiyonê re rû bi rû ma. Bi awayek rêkûpêk nehat dermankirin.”    '24 SAETAN BI KAMERAYAN TÊN ŞOPANDIN’    Girtiyan di nameyê de anî ziman ku ji bo wan 10 saet mafê aktîvîteyên civakî hatiye veqeteandin lê ew ji vî mafî sûdê wernagirin, ji vî mafî tenê ji 4’an yekê dikarin bi kar bînin û daxwaza wan a guhertina qawîşan nayê qebûlkirin, li dijî binpêkirinên mafan ên diqewimin daxwazname hatiye wergirtin lê belê nimreya qeyda evraqê nedane wan. Girtiyan di nameyê de diyar kir ku daxwaznameya wan negihîştiye cihê ku jê re nivîsandine û wiha gotin: “Di vê mijarê de korsaniyek pir eşkere tê pêkanîn. Dibêjin ‘rêveberiya girtîgehê biryar girtiye’ û nimreya daxwaznameya ku hatiye tomarkirin nadin me. 24 saetan bi kamerayan li me temaşe û çavdêrî dikin. Du kamera hene. Yek li qata xwarê ye yek jî li hewadariyê ye. Di heman demê de di dema serdegirtinên qawîşan de, di çûn û hatinên revîrê, faaliyet û serdanan de jî kamerayên berdil me dişopînin. Her kêlî jiyana me tê teqîbkirin. Em ji vê re dibêjin zexta derûnî û dixwazin me di bin vê zextê de bihêlin. Her hevalek me ku nû tînin girtîgehê di bin navê ‘dema çavdêriyê’ de bi mehan di bin zextên psîkolojîk de dihêlin.”    BERDANA 4 GIRTIYAN TÊ ASTENGKIRIN    Girtiyan da zanîn ku di lêgerînan de leşker û gardiyan wan tahrik dikin, nivîsên wan desteser dikin, mafê abonetiya kovaran asteng dikin û mafê wan ê pirtûkan bi 5 pirtûkan re sînordar kirine û wiha gotin: “Halê hazir hevalên me yên ku cezayê xwe qedandine û berdana wan tê astengkirin ev in: Abdurahman Yildirim, Adem Amaç, Harûn Pala û Harûn Kaya. Her wiha cezayên disiplînê yên kêfî veguherandine amûra zextên li ser me. Di meha tebax û îlonê de qedexeya cezayê telefon-hevdîtinê û ziyaretê dan 17 hevalên me.”    Girtiyan destnîşan kir ku midûrên 1’emîn û 2’yemîn ên girtîgehê û sergardiyan ji sûcên “gendeliyê” û “îşkenceyê” ji wezîfeyê hatin girtin û bi eşkerebûna vê têkiliya qirêj re ser bûyerê girtin. Girtiyan got ku piştî vê bûyerê zext û muameleya xerab a li ser wan zêde bûye û girtîgeh meseleyên xwe yên navxweyî vediguherînin zextên li ser girtiyan.    BANGA HESTIYARIYÊ    Girtiyan di nameyê de diyar kir ku gelek pirsgirêkên ku ew ê bêjin hene lê bi awayek giştî niha ev pirsgirêkên wan hene û tevî van zextan jî ew helwesta xwe ya polîtîk diparêzin û wiha gotin: “Jixwe em dixwazin pirsgirêkên bila bên çareserkirin, ev li aliyekî daxwaza me ya sereke ye. Lê ji 13’ê tebaxê ve em li dijî zextên li me tên kirin em nerazîbûna xwe ya demokratîk tînin ziman û em ê viya bidomînin. Çawa ku li girtîgehan rejîma 12’ê Îlonê bi ser neket û wê îro jî rûmeta mirovahiyê rê nede vê rejîmê. Em bi van hestan hemû kesî silav dikin û em li benda raya giştî ne ku hestiyar tevbigerin.”