Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn 2024-09-17 10:23:24   ŞIRNEX - Di doza kuştina endamê AKP'ê Tahîr Guven de, bêyî ku kamera û qeydên HTS'ê bên lêkolînkirin û bermayiyên çekan bên danberhevkirin, cezayê muebeda giran li Mîraç Dînç hat birîn.    Danişîna biryarê ya ji bo kuştina birayê Serokê Giştî yê AKP'ê yê berê Cîhan Guven ku di 4'ê Kanûna 2021'ê de li navçeya Cizîr a Şirnexê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da, di 6'ê Îlonê de hat lidarxistin.    Piştî wezîrê karên navxweyî yê berê Suleyman Soylû hedef nîşan da aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Dorşîn Gok, Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) M. Mîraç Dorşîn û Emîn Kalkan hatin girtin û Abdûllah Kaçmaz jî bi awayekî negirtî hat darizandin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şirnexê hat lidarxistin.    Kesên navborî bi îdiayên "kuştina bi qesdî" û "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" hatin darizandin. Der barê Dorşîn Gok û Kaçmazê bi awayekî negirtî hat darizandin, biryara beraetê hat dayîn. Lê der barê Dînç de jî bi îdiayên navborî 2 caran cezayê muebeda giran hat birîn. Ddagehê cezayê muebeda giran ê li Kalkan birî daxist cezayê muebedê.    Parêzerê Dînç Hakîm Taniş anî ziman ku muwekîlê wî ji ber îfadeya kesekî hatiye binçavkirin û got: "Piştî ku Mîraç hat binçavkirin, ji ber îfadeyên Emîn Kalkan ê di bûyera Tahîr Guven de hatibû binçavkirin hat girtin. Paşê Kalkan beyan kir ku di bin îşkenceyê de îfade daye. Li gor beyanên Kalkan; polîs di dema îfadeyê de dergistiya wî anîne midûriyeta polîsan û gef lê xwarine ku wê tiştên nebaş bînin serê dergistiya wî. Piştî vê Kalkan li gor wan îfade daye. Ev îfade di dosyeyê de hene."    Taniş da zanîn ku gava dosye hatiye vekirin biryara veşarî li ser hatiye dayîn û bi vî awayî xwegihandina dosyeyê hatiye astengkirin. Taniş bibîr xist ku Wezîrê Navxweyî yê wê demê Suleyman Soylû Nîraç Dînç û Dorşîn Gok hedef nîşan dane û piştî bê zûzûka delîl hatine çêkirin.    Taniş xwest ku bermayiyên fîşekan ên tê îdiakirin aîdî Dînç in bi yên di kuştina Tahîr Guvend de hatine bikaranîn bên berawirdkirin.    Taniş da zanîn ku gava Guven hatiye kuştin Dînç li cihekî din bûye û ji bo vê qeydên HTS'ê xwestine, lê belê heyeta dadgehê vê daxwaza wan red kiriye.    Taniş da zanîn ku beyanên şahidên veşarî yên wekî delîla cezakirinê hatine nîşandan paşê daxilî nava dosyeyê hatine kirin.    Taniş ku got "Em nizanin Guven ji aliyê kê ve hatiye kuştin" anî ziman ku biryareke bêhiqûqî hatiye dayîn.    Taniş destnîşan kir ku pitşî sedema cezakirinê bê eşkerekirin ew ê îtiraz bikin û ger tiştek ji vê îtirazê derneyê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û paşê jî serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.