Li Peyasê Zarokistan hate vekirin 2024-09-16 13:03:35 AMED - Li navçeya Peyasê Zarokistan hate vekirin ku dê gelek atolyeyên cuda yên pirzimanî lê bên lidarxistin.  Li navçeya Peyasê ya Amedê Zarokistan hate vekirin. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, rêveberên Komeleya Ziman Çand û Lêkolînê ya Mezopotamyayê (MED DER), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), gelek kes û malbat tev li vekirinê bûn.    Hevşaredar Sîncar anî ziman ku ew saziyên ji hêla qeyûman ve hatine girtin dîsa vedikin û wiha domand: “Em hewl didin li gorî daxwazên gel tevbigerin. Dê ev xebatên me bidomin.”    Piştî axaftinan, beşdar li Zarokistanê geriyan.    Li Zarokistanê dê ji bo zarokên temenê wan di navbera 3-4 salî de atolyeyên muzîkê, fen, xweza û ekolojiyê bên lidarxistin. Atolye dê bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî û tirkî bin. Kapasîteya Zarokistanê ji bo 40 kesa ye, 2 polên wê hene û odeyên lîstik û xewê jî hene.