Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin 2024-09-16 11:46:58   RIHA - Li navçeya Wêranşarê du polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin.    Li navçeya Wêranşar a Rihayê du polîsan li ciwanekî xistin. Du polîsên yunusê ku ciwanekî li motorsîkletê siwar dişopandin, li nêzî sîteya pîşesaziyê ya kevin bûn sedem ku ciwan qeza bike. Piştre jî polîsan bi kulman li ciwanî xistin û dirêjî erdê kirin. Ciwanê lê hatiye xistin piştre hate binçavkirin.    Welatiyên li derdorê jî bi telefonên xwe dîmenên tundiya polîsan kişandin. Nayê zanîn bê ka ciwanê piştî lêdanê hatiye binçavkirin li ku tê ragirtin.