Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin 2024-09-10 15:27:26   AMED - Nevzat Bahtiyar ê îtîraf kiribû ku cenazeyê Narîn Guranê di nava tûrikekê de xistiye robarî de sewqî edliyeyê hate kirin.    Cenazeyê Narîn Guran a di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê girêdayî navçeya Rezan a Amedê winda bûbû di 8’ê îlonê de li Robarê Selmiyê yê du kîlometre dûrî gund hat dîtin. Nevzat Bahtiyar ê ku cenazeyê Narînê xistiye nava robar sewqî Edliyeya Amedê hate kirin.    Kar û barên îfadeyên Nevzat Bahtiyar ê îtîraf kir ku cenaze ji apê Narînê Salîm Guran wergirtiye û di nava tûrikekî de xistiye robar ên li cendermeyê temam bûn. Îfadeya dozgeriyê ya Nevzat Bahtiyar ê ku sewqî edliyeyê hate kirin dest pê kir.