Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê 2024-08-28 15:50:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî Nîme êrişa Tirkiyeyê ya li ser rojnamevanan şermezar kir û got: “Em ê dosyaya qetilkirina rojnamevanan bixin rojeva parlamentoya Iraqê.”   Endamê Desteya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî Nîme der barê êrişên Tirkiyeyê yên li ser xaka Iraq û taybet jî êrişa li Silêmaniyê dijî rojnamevanan ji Rojnewsê re re axivî.   Elî Nîme got ku destdirêjiyên dewleta Tirk yên li ser serweriya Iraqê nayên qebûlkirin, ji ber ku ev êriş gefê li aramî û parastina welat dikin û dibin sedema têkdana giştî Iraqê.   'EM Ê LI BER ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ RABIN'    Elî Nîme diyar kir ku divê gavek berî gavekê ev binpêkirina dewleta Tirk were rawestandin û bêdengî wê bibe hêceta dewamkirina êrişan. Elî Nîme di berdewamiya axaftina xwe de got: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe sînoran derbaz dike û li nav taxên Silêmaniyê xelkê dike hedef. Ev yek binpêkirinek ewlekarî ya cidiye û divê rê lê were girtin. Sedema dewamkirina destdirêjiyên Enqere jî, bêdengiye. Wê Desteya Asayîş û Parastinê, bi destpêkirina civîna parlamentoya Iraqê re, ji bo ev mijar were guftugokirin kesayetên hukmî û leşkerî vexwîne parlamentoyê. Her wiha em ê ji bo Tirkiye êdî destdirêjiyên xwe yên ser Iraqê ne domîne, kar bikin.”