Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin 2024-08-28 13:18:14 RIHA - Li navçeya Serêkaniyê zarokek hate tacîzkirin.    Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê zaroka keçik hate tacîzkirin. Welatiyê li taxa Mehmet Akîf Ersoyê bi bûyerê hesiyaye, qeyda dîmenê girt. Di dîmenan de tê dîtin ku zilamekî derdora 70 salî, zarokê tacîz dike. Welatiyên li derdor bertek nîşanî faîl dan.    Hat destnîşankirin ku faîl kalikê zarokê ye. Derbarê binçavkirina faîl de tu agahî nehatin bidestxistin.