Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike 2024-08-28 12:22:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya parlamentoya Iraqê Talîb Yesarî, diyar kir ku her roja ku diçe li herêmê hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê zêde dibin û anî ziman ku serweriya Iraqê tê binpêkirin.    Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî axa Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin her ku diçe belav dibin. Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya parlamentoya Iraqê Talîb Yesarî derbarê dagirkeriya dewleta tirk de, ji medyaya Iraqê re axivî.   Talîb da zanîn ku hejmara hêzên dewleta tirk ên li Iraqê roj bi roj zêde dibe û got; “Tirkiye çekên giran, wesayîtên zirxî û leşker aniye herêm û Iraqê. Ev sewqiyata leşkerî ya Tirkiyeyê cihê nerazîbûnê ye, ji ber ku bi vê re derdikeve holê ku li welatê me hebûna aramiyê nîne.”   Talîb got ku dewleta tirk serweriya Iraqê binpê dike û gelek herêman dike hedef, ev jî ji bo xelkê li herêmê bûye sedema tirs û xofê.