'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’ 2024-08-28 10:36:52   STENBOL - Rojnamevan Fehîm Işik bal kişand ser peymana di navbera Enqere-Bexdayê de ku hatiye îmzekirin û got: “Ev peymana di navbera Enqere-Bexdayê de hatiye îmzekirin konseptek nû ya qirkirina li dijî destkeftiyên kurdan e.”    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li ser başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Di çarçoveya van êrişên Tirkiyeyê de 15’ê tebaxê di navbera hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê de “pyemana ewlehiyê” hat îmzekirin. Di peymanê de biryar hatiye dayîn ku di navbera her du welatan de perwerdehiya leşkerî û navenda koordînasyonê bê avakirin. Bi dû vê peymana ku hat îmzekirin re li Silêmaniyê li dijî kedkarên Çapemeniya Azad êrişa bi SÎHA’yan pêk hat û du rojnamevan hatin qetilkirin û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.    Rojnamevan Fehîm Işik vê peymana ku hatiye îmzekirin nirxand.    'HÊZÊN PARAMÎLÎTER LI HERÊMÊ HATINE BICIHKIRIN’    Işik diyar kir ku bi di meha nîsanê de çûna Tayyîp Erdogan a Bexdayê gavên ewil ên vê peymanê hatine avêtin û paşê jî derbasî Herêma Kurdistanê bûye û bi rayedarên PDK’ê re hevdîtinan kiriye. Işik bi bîr xist ku piştî van hevdîtinan têkiliyên navbera PDK, Tirkiye û Bexdayê zêdetir bûn û got: “Tirkiyeyê gefan li Iraqê xwar. Gefên wek birîna avê. Di encama van gefan de peyman hat îmzekirin. Tirkiye dixwaze herêm ê bixe bin kontrola xwe. Li gorî daneyên meqamên fermî yên navneteweyî; Tirkiyeyê hêzên paramîlîter şandiye herêma Kurdistanê û li wan cihê ku Tirkiye baregehan lê ava kiriye, bicih kiriye.”    ‘ARMANC QIRKIRINA KURDAN E’    Işik da zanîn ku bi peymana di navbera Tirkiye û Iraqê de li dijî destkeftiyên kurdan tifaqeke hevpar a stratejîk hate avakirin û got: “Niha yek ji van beşên tifaqa stratejîk PDK ye. Destkeftiyên kurdan di hedefê de ne. Ev ne rewşek e ku tenê bandorê li Iraq û başûrê Kurdistanê bike. Ev jî hevkariyeke stratejîk e ku ji bo têkbirina destkeftiyên kurdan li Rojava ye. Ev plana stratejîk wê başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê bi giştî ji hev veqetîne û Projeya Rêya Pêşxistina Iraqê bikeve dewrê. Ev jî wê Şengalê bi tevahî îzole bike û Şengalê jî weke statuyekê ji holê rake. Ev planeke demdirêj e û armanc dike ku li hemû welatên ku Kurdistanê di nava xwe de parçe dikin, statuya kurdan û têkoşîna wan a azadiyê ji holê rabike. Armanca Tirkiye, Iraq û Sûriyê ev e. Armanca peymana di navbera Iraq û Tirkiyeyê de jî ev e. Ev peymana di navbera Enqere-Bexdayê de hatiye îmzekirin konseptek nû ya qirkirina li dijî destkeftiyên kurdan e.”   ‘DIVÊ KURD LI DIJÎ PDK’Ê ENIYEK BERFIREH AVA BIKIN’    Işik diyar kir ku pêkanîna van polîtîkayan ne hêsan e û kurdan mohra xwe li Rojhilata Navîn xistiye û bal kişand ser têkoşîna kurdan a li dijî DAIŞ'ê û wiha got: "Helbet ne hêsan e ku van planan li ber têkoşîn û rastiya kurdan bikeve meriyete. Ji xeynî PDK’ê, li Herêma Kurdistana dorhêleke siyasî ya ku piştgiriyê bide van têkiliyên dewleta tirk tune ye. Di vir de ya girîng kurd in ku divê li dijî vê xetereyê bi hev re tevbigerin. Heke kurd li dijî dagirkerî, îlhaqkirin û mêtingeriya Tirkiyeyê eniyeke berfireh ava nekin, helbet wê zehmetiyê bikişînin. Her wiha Tirkiye ji bo Kurdistanê dagir bike, PKK’ê jî ji xwe re dike hincet. Bi vê yekê jî dijminatiya li ser kurdan jî tê veşartin. Divê PDK dest ji têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re berde. Pêwîste PDK dest ji siyaseta xwe berde. Heke ku PDK dest ji vê siyaseta xwe jî bernade, divê hemû kurd eniyek berfireh û xurt ava bikin û li dijî vê rêxistinbûyînê pêk bînin.”    MA / Esra Solîn Dal