Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike 2024-08-28 10:35:45 WAN - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku sala nû ya perwerdehiya nû ji mufredatê heta perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji pergala veguhezbar heta xwarinê û heta budçeyên dibistanan bi gelek pirsgirêkan dest pê kir û da zanîn ku li bajêr pêdivî bi gelek dibistanan heye.      Sala perwerdehî û hîndekariyê ya 2024-2025’an di 9’ê îlonê de dest pê dike. Lê di demekî ji vekirina dibistanan re kêm roj mane de pirsgirêkên nayên çareserkirin her ku diçe zêdetir dibin. Maliyetên zêde, kêmbûna budçeya ji bo perwerdehiyê, nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê, kêmbûna mamoste û dibistanan bicihneanîna pêdiviyên xwarinê yên xwendekaran, di nava pirsgirêkên herî girîng de cih digirin.    Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) Mûrat Atabay, anî ziman ku hêj jî di perwerdehiyê de pirsgirêkên mezin diqewimin.    TAMÎRKIRINA DIBISTANAN    Atabay, da zanîn ku tevî kêm roj mane ku dibistan bên vekirin tamîrkirina avahiyên dibistanan xelas nebûye û têkildarî tamîrkirinên bê plan tên kirin ev tişt got: “Gelemperî di mehên tîrmeh û tebaxê de dest bi tamîrkirinên dibistanan tên kirin û mixabin heta heta destpêkirina perwerdehiyê nikarin bên temamkirin. Ji bo tamîrkirina dibistanan 3 meh tên veqetandin lê mixabin ev carna heta salekê didome. Li Wanê li gorî daneyên heta niha gihiştine ber destê me li gelek dibistanan nû dest bi tamîrkirinê dikin. Xwendekarên dibistanên ku tamîrkirin lê didome neçar dimînin ku biçin dibistanên din û ne diyare ku ev xwendekar dê çawa bên veguhestin.”   PERGALA VEGUHESTINÊ     Atabay, anî ziman ku di mijara personelan de weke her sal îsal jî problem hene û gelemperî bi ser ÎŞ-KÛR’ê personel tên wergirtin û destnîşan kir ku di vî demî de li dibistanan di mijara paqijiyê de pirsgirêkên cidî derdikevin holê. Atabay, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çarçoveya Giştînameya Tedbîrên Teserûfê ji dibistanan re nivîsek hate şandin û ji bo hejmara xwendekarên tên veguhestin kêm bikin û li pansiyonan bi cih bikin her tiştî dikin. Bi taybetî xwendekarên ku li dibistanên gundan dixwînin dê gelek pirsgirêkan bijîn. Ji ber salên beriya niha jî îhaleya veguhestinê dirêj bû, xwendekaran dereng dest bi dibistanê dikirin. Di vê noxteyê de bi taybetî zarokên keçik dê ji dibistanan vebin. Xwarin ne bi tendurist in.” Atabay, bal kişand ser rewşa tarîkat û cemaetên di pansiyonan de bi bandor in.    PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ     Atabay, destnîşan kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê şert e û bi lêv kir ku perwerdehiya ku bi zimanekî zarok nizanin tê dayîn dibe sedema bişaftinê. Atabay, bal kişand ku armanca bingehîn a pergalê bişaftin û bêesilbûna çandî ye û ev tişt gotin: “Ji bo ku zarok bi zimanê xwe yê dayikê nikarin perwerdehiyê bigirin bi awayekî akademîk jî nikarin bi ser bikevin. Perwerdehiya bi zimanê dayikê hêj jî weke pirsgirêkekê li cihê xwe disekine.”   BUDÇEYA JI PERWERDEHIYÊ RE TÊ VEQETANDIN    Atabay, bal kişand ser budçeya ji dibistanan re tê veqetandin û ev tişt gotin: “Gelek caran dibistan ji bo ku budçeyên xwe ava bikin neçar dimînin ku ji malbatên zarokan alîkariyê kom bikin û heqê qeydê bigirin. Li dibistanan xwegihandina ava paqij gelek bi sînor e û dîsa zarokên ku birçî diçin dibistanê û tên hene. Di noxteya ku zarokên xizan ji perwerdehiya xwe bidomînin de pirsgirêkên mezin hene. Di vê çarçoveyê de ji bo ku her zarok danek jî be tiştekî bitendurist bixwe daxwaza me ya xwarinê çêbû û hêj jî disekine û li dijî vê hêj tu gav jî nehatine avêtin.”   Atabay, bi lêv kir ku mesref zêde bûne û li gel krîza borî malbat di rewşeke ku nikarin van mesrefan bi cih bînin de ye û anî ziman ku ev rewş dibe sedem ku zarok ji perwerdehiyê veqetin. Atabay, diyar kir ku ji ber wezaret çavkaniyekê pêşkêş nake, mesref li xwendekaran tê barkirin û bi lêv kir ku ji ber vê yekê hejmara zarokên ku dibistanê terk dikin wan dikin “karkerên zarok” zêde ye.    MUFREDATA NÛ YA PERWERDEHIYÊ    Ataybay, îşaret bi pêkanîna MESEM a desthilatê kir û da zanîn ku müfredata nû ji zanistiyê dûr e û olê weke referans digire. Atabay, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Naveroka wê ji bilî afirîneriyê, xwediyê naverokeke ku zarokan teşwîqî îtaetê dike. Pêkane ku mirov bi vê mufredatê zehmetiya perwerdehiyê bibîne. Di nava welatên bi pêş bikevin de em li welatê ku budçeya herî kêm ji perwerdeyê re vediqetîne ne. Em dizanin ku budçe jig elek deverên cuda re tê veguhestin.”   ŞERTÊN MAMOSTEYAN   Atabay, diyar kir ku xebatkarên perwerdehiyê rastî mobbîngên rêveberên ku bi heqê xwe nehatine ser kar tên û bi maeşekî nêzî sînorê birçîbûnê dixebitin û wiha dewam kir: “Pêvajoyeke perwerdeyê dest pê dike ku kedkarên perwerdeyê ji bo karibin debara xwe bikin divê di karên zêde de bixebitin. Gelek kes li derve qûrsan û perwerdehiyê didin an jî li pansiyonan nobetê digirin û hewl didin debara xwe bikin. Di qanûna pîşeyî de li ser pergaleke ku fakulteyên perwerdehiyê tune dihesibinîn û wan weke akademiyeke cuda bigirin dest û wan têxin mulakatê xebatek heye.”     Atabay, da zanîn ku kapasîteyên polan di ser hejmara pêwîst a 16-24’an re ye û anî ziman ku dema li ser vê lîmîtê hate nirxandin li navçeyên Wanê pêdivî bi gelek dibistanên nû heye.