‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’ 2024-08-28 09:39:27   STENBOL - Rojnamegerên li Stenbolê destnîşan kirin ku Tirkiye ji bo sûcên xwe yên şer dernekevin holê, rojnamegeran qetil dike û anîn ziman ku divê di asta herî jor de bertek werin nîşandan.    Tirkiye di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyidsadik a Silêmaniyeya Herêma Kurdistanê ya Federe de êrişek li dar xist. Di êrişê de rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û berpirsê şîrketa Chatr Production a Medyayê Rêbîn Bekîr (30) jî di nav de 6 rojnameger jî birîndar bûn.    Rojnamegerên li Stenbolê bertek nîşanî êrişên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad tên lidarxistin dan.    ‘DIVÊ BERTEK BÊN XURTKIRIN’   Nûçegihanê Rojnameya Patîkayê Yadîgar Aygun destnîşan kir ku ji demên berê bi bi îro ve her serdemê rojnameger bûne hedefe desthilatdaran û dan zanîn ku Tirkiye ji bo polîtîkayên xwe yên li Silêmaniyeyê dide meşandin, rojnameger qetil kirine û wiha axivî: “Ji bo sûcên Tirkiyeyê yên şer dernekevin holê, rojnameger tên qetilkirin. Bi zanebûn rojnamegerên jin tên qetilkirin ji ber tevgerekî jinan a ku her diçe berbelavtir dibe heye û dixwazin vê yekê asteng bikin. Ji ber rojnamegerê jin pirsgirêkên jin, zarok û komên astengdar ji çavê jinê tîne rojevê.”    Aygun diyar kir ku ji bo pêşî li êrişan were girtin, divê bertek werin xurtkirin.    ÊRIŞ LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JINÊ YE   Nûçegihana Bîanetê Rûken Tûncel da zanîn ku di pêvajoyên şer de hedefgirtina rojnamegerên jin ne ji rêzê ye û ev tişt gotin: “Di pêvajoya şeran de yek ji mijarên herî girîng, bêdengkirina rojanemegeran e. Li her dera cîhanê di pêvajoya şeran de tim wisa bûye. Talîban dema dest danî ser rêveberiya Efxanîstanê, di serî de rojnamegerên jin hedef girt. Dîsa DAIŞ ewil jinan û rojnamegeran hedef girt. Îsraîl sala ewil a şerê par li Lubnanê 2 rojnamegerên weşana zindî dikirin, hedef girt. Nûçegihanê kanala televîzyonê Farah Omer û kameravan Rabih el-Me’marî  di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Cezayên giran li 2 rojnamegerên Îranê kuştina Jîna Emînî kirine nûçe, hatin birîn. Dîsa Nagîhan Akarser a bi ser rojnamegeriya kurd kedekî mezin daye, beriya 2 salan li pêşiya mala xwe ya li Silêmaniyeyê hate qetilkirin.”    Tûncel bi bîr xist ku di pêvajoya têkoşîna jinan xurt dibe de hedefgirtina rojnamegerên jin belasebep nîn e û wiha got: “Em nikarin hedefgirtina hempîşeyên xwe Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji van tiştan cudatir bigirin dest.”    ‘ŞERMEZARKIRIN TÊR NAKE’   Tûncel bilêv kir ku bi qetilkirina rojnamegeran, dixwazin peyamê bidin civakê û wiha got: “Peyam bi vî awayî ye, ‘Şer dê giran bibe, lê hûn ê nebînin, nebîhîsin û serê xwe bizivirînin. Ev peyam heya astekê bersiva xwe dîtiye ku du rojnamegerên jin jiyana hatin kuştin lê belê çapemeniya muxalîf  di kirina nûçe ya vê mijarê de jî paş de ma. Dema mijar dibe rojnamegerên kurd divê bêyî gotina ‘Lê, lewma’ di asta herî jor de bertek were nîşandan, were şermezarkirin.”    BANGA ‘XWEDÎDERKETINA XURT’   Rojnameger Hayrî Tûnç jî bi bîr xist ku ji bo êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe neyên dîtin, hatiye lidarxistin. Tûnç bilêv kir ku heke li dijî êrişa rojnamegerên kurd bêdeng were sekinandin dê hemû rojnameger werin hedefgirtin. Tûnç li dijî êrişan banga helwest nîşandanê kir û wiha got: “Divê rêxistinên pîşeyî dengekî bilindtir derxin, ji ber rojnamegerên kurd tên qetilkirin, girtin û rastî êrişê tên bêdeng nemînin. Heke îro li dijî van êrişan bêdeng were sekinîn. Dê sibê hemû rojnamegerên muxalîf hedef werin girtin û tên hedefgirtin jî. Ne tenê rêxistinên pîşeyî an jî partiyên siyasî, divê gel jî xwedî li rojnamegeran derkeve, divê xwedî li mirovên rastiyê ji wan re radigihînin derkevin. Xwediderktina xurt dê pêşî li êrişan bigire.”