Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin 2024-08-28 09:27:12   DÎLOK - Koçerên ku ji ber zextên dewletê neçar man koçî Dîlokê bikin, ji bo çand û zimanê xwe têdikoşin.   Dîlok ku yek ji bajarên herî zêde koçberên Kurdistanê dihewîne, bi sed hezaran welatiyên ku di salên 1990'î de gundên wan hatin şewitandin, hebandiye. Yên ku li bajêr bi cih bûne hewl didin çanda herêma xwe zindî bihêlin. Bi taybetî malbatên ku ji gundên Botanê koç kirine ji bo çanda dengbêjiyê biparêzin çalakiyan li dar dixin. Beşdarên ku li Taxa Duztepeyê li malekê tên cem hev, li gel kilaman, stranên gelêrî yên kurdî û tirkî dibêjin.   Welatiyên ku li her du navçeyên Mezmaxor û Alaban ên Dîlokê beşdarî çalakiyên muzîkê dibin, ne tenê li muzîkê, li çirokên çanda kurdî jî guhdarî dikin. Di van şevan de bi taybetî jin kilamên kurdî dibêjin. Jinên ku zêdeyî 20 sal in li Dîlokê dijîn, awayê herêma xwe parastine û bi kilamên xwe guhdaran mest dikin.   'ME NASNAMEYA XWE WINDA NEKIR'   Mesude Ungurê anî ziman ku 27 sal berê ji ber zextên dewletê neçar mane ji navçeya Dihê ya Sêrtê koçî Dîlokê bikin û wiha got: “Em neçar man welatê xwe biterikînin. Ji bilî azadî û aştiyê tu daxwaza me tune bû. 27 sal in em li vir in, me nasnameya xwe winda nekiriye, zimanê xwe jî ji bîr nekiriye. Her ku em di şevên bi vî rengî de tên cem hev, em zêdetir li dor çanda xwe dibin xelek. Ez difikirim ku divê çalakiyên bi vî rengî zêdetir bibin."    Nezîre Beçet ku beriya 25 salan ji gundê Serhel ê navçeya Berwarî ya Sêrtê koçber bûye, anî ziman ku li gel hemû zilm û zordariya li ser wan hatiye kirin jî çand û zimanê xwe ji bîr nekirine û got: “Em difikirin ku divê şevên wiha zêdetir bên lidarxistin. Divê ev çalakî bên zêdekirin. Pêwîst e zarok û ciwanên me zêdetir tevlî van çalakiyan bibin."   Hesade Beçet a 30 sal berê ji gundê Serhelê koçber bûye û li Mezmaxorê bi cih bûye wiha got: “Em beşdarî van çalakiyan dibin û stranên xwe dibêjin. Pêwîst e ev çalakî zêdetir bên lidarxistin."     MA / Ceylan Şahînlî