Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir 2024-08-27 16:53:47   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş a bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bandirmayê, xwest ku ÎHÎK bi awayekî lezgîn kom bibe.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş Altin, têkildarî binpêkirinên li Girtîgehên Tîpên T ên Hejmarên 1 û 2 ên Bandirma ya Balikesîrê serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. Di serlêdanê de bal kişandin ser zextên psîkolojîk ên li girtîgehan diqewimin û wiha hate gotin: “Li dijî girtiyan polîtîkayeke cidî ya tecrîdê xistine meriyetê û li korîdoran nahêlin ku girtî silavê bidin hevdû.” Di berdewama serlêdanê de wiha hate gotin: “Tevî ku di rêgezê de maf e jî di 3 salên dawî de tu aktîvîteyên hunerî nayên kirin. Daxwazên têkildarî van jî bêyî ku hincetek bê pêşkeşkirin hate redkirin. Gardiyan bi ser qawişan de digirin û hewl didin girtiyan provoke bikin. Dema girtî bi telefonan diaxivin ji aliyê gardiyanan ve tên acizkirin.”   Guneş, di serlêdana xwe de herî dawî ji bo binpêkirinên wiha bi dawî bibin xwest ku ÎHÎK bi awayekî lezgîn kom bibe.