Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî 2024-08-27 16:09:46   ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya wêneyê Serokkomar Erdogan li Mûş û Xelatê di bernameya tevlibûyî de bi hevkarên xwe yên tifaqê û fermandaran re kişandî weke “Tifaqa sêva rizî” nirxand, wiha got: “Ev tifaq, tifaqeke li dijî kurdan, jinan, bindestan û kesên keda wan tê xwarin hatiye avakirine. Peyamê didin ku tifaqeke yek perest  û nijadperest e.”   Li Mûşê duh bi tevlibûna Serokkomar Erdogan ê AKP’î “Bernameya Pîrozkirina Salvegera 953’yemîn a Serkeftina Milazgîrê” hate lidarxistin. Erdogan di axaftina xwe ya li vir de îdia kir ku ji wê rojê heta îro “Sefera Sêva Sor” heye û îdia kir ku gelan tifaq kiriye. Wêneyê piştî bernameyê kete çapemeniyê jî balkêş bû.    Hevkarên tifaqa ku Erdogan weke “Tifaqa Sêva Sor” pêşkeş kir derketin ser dikê û pişt re bi komî wêne kişandin.    Di wêneyî de Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Yekitiya Mezin (BBP) Mûstafa Destîcî û Serokê Giştî yê Partiya Hur Dava (HUDA Par) Zekeriya Yapicioglû cih digirtin.    Dîsa beriya ku Erdogan were Mûşê li Xelata navçeya Bedlîsê jî wêneyek kişand. Di vî wêneyî de jî ji bilî serokên MHP, BBP Û HUDA-PAR’ê Fermandarê Hêzên Hewayî Ziya Cemal Kadioglû û Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Ercument Tatlioglû cih girt.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, têklidarî axaftina Erdogan a li Milazgirê û wêneyên kişandî de ji ajansa me re axivî.    ‘TIFAQA SÊVA RIZÎ’    Hatîmogûllari, da zanîn ku ev wêne nîşaneya ku dê Tirkiyeyê di serdema pêşiya me de çawa bi rê ve bibin e û destnîşan kir ku ev tifaq tifaqeke “tarî” ye.    Hatîmogûllari, diyar kir ku tifaqa weke “Sêva sor” tê penasekirin, tifaqa “Sêva rizî” ye û got: “Ev tifaq, tifaqeke li dijî kurdan, jinan, bindestan û kesên keda wan tê xwarin hatiye avakirine. Peyamê didin ku tifaqeke yek perest û nijadperest e. Ew dibêjin ji Milazgirî dibêjin ku ‘Em ji berê ve tirk, kurd û ereb li cem hev bûn’. Lê ev wêne, wêneyekî ku vê di derewîne ye. Ji ber ku ev wêneyekî ku hemû cudatiyên li vî welatî înkar dike, tifaqa JÎTEM’ê ye. Ne pêkane ku em feraseteke wiha qebûl bikin.”   ‘EM Ê TIFAQA GELAN AVA BIKIN’    Hatîmogûllari, bal kişand ku li Tirkiyeyê gelek gel û bawerî bi hev re dijîn û wiha berdewam kir: “Di nava gelan de pirsgirêkek nîne. Ya ku dixwaze rewşeke wiha bide nîşandan, tifaqa nijadperest û yekperest bi xwe ye. Hatina bahev a van pêkhateyan li ser dijminatiya gelan, jinan, xwezayê û karkeran e. Li aliyê din jî dibêjin gel wekehev in. Lê ji ber kurd di dawetên xwe de stranên kurdî gotin, govend gerandin û li gorî kevnepşopiya xwe cil li xwe kirin tên binçavkirin û girtin. Ji ber vê yekê hemû gotinên vê tifaqê derew in, ji bo tifaqa xwe ya xelet û qirêj bixemilînin e. Em ê tifaqa gelan weke hemû bindestan bi hev re ava bikin.”   ‘HEWL DIDIN SÛCAN VEŞÊRIN’    Hatîmogûllari destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka “Nan û edaletê” heye û da zanîn ku pirsgirêkên cotkar û karkerên ku li gelek bajaran bi wan re hevdîtin kirin tên paşguhkirin. Hatîmogûllari, diyar kir ku di her serdana bajar de careke din rûyê tarî yê birçîtî û xizaniyê dibînin û ev tişt got: “Ew wêneyê ku li Milazgîrê hatiye kişandin bersiva heke karker, jin, ciwan bêjin ‘em birçî ne, azadiyê dixwazin’ hatiye kişandin. Desthilat armanc dike ku hemû sûcên bi hevkarên xwe re kirine veşêre û di serdema pêşiya me de kesên dixwazin pirsgirêkên xwe bînin ziman bi rêbaza zextê asteng bike. Em li dijî vê tifaqê, tifaqa parêzvanên xweza, ciwan, jinan û gelan ava dikin. Em tifaqa kesên ku li vî welatî ji bo nan û edaletê têdikoşin in û ev tifaq li dijî tifaqa JÎTEM’ê xurt e. Em ê heta dawiyê ji bo vê têbikoşin.”   MA / Semra Tûran